Ji ber bombebarana Tirkiyê li nahiya Kanî Masî kesek şehîd bû

.

Welatiyek li nahiya Kanî Masî, di encama şerê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyê de şehîd ket.

Rêveberê Nahiya Kanî Masî Serbest Sebrî diyar kiriye, welatiyek li gundê Dişîşê di nava baxçeyê xwe de bi gulleyeke doçkayê şehîd bû.

Di meha Gulana borî de, şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiye û PKKê de, li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi tundî destpê kir û di encama wan pevçûnan de, hejmarek welatiyên Herêma Kurdistanê şehîd bûn û bi sedan malbat jî ji mal û milkê xwe aware û derbeder bûn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye