Ji ber bombebarana Tirkiyê elektirîka Hirurî qut bûye

.

Rêveberê Nahiyeya Kanî Masê li navçeya Amêdiyê ser bi parêzgeha Duhokê ragihand, ji ber topbarana Tirkiyê, elektirîka gundê Hirurê qut bûye.

Rêveberê Nahiyeya Kanî Masê Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand, bombebaran û topbarana Artêşa Tirkiyê li sînorê bajarokê Kanî Masê berdewam e û şeva borî, topek li xeta elektirîkê ya gundê Hirurê ketiye û elektirîk gund qut bûye û 60 malên gund bê elektirîk in.

Serbest Sebrî got jî, ji ber ku şev bû û topbaran jî berdewam bû, tîmên taybet nikarîbûn xeta elektirîkê çêbikin.

Artêşa Tirkiyê, roja 23ê vê mehê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke zemînî û asmanî kiribû li nav axa Başûrê Kurdistanê.

Ji ber operasyon, şer û bombebaranên Tirkiyê tenê di salekê de 14 gund li herêma parêzgeha Duhokê vala bûn.

Herî dawî piştî êrişên Tirkiyê yên 23ê Nîsanê destpê kirin, ji ber berdewamiya şer, herdu gundên Kêste û  Çelka li nahiyeya Kanî Masê ya Amêdiyê hatin valakirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn