Ji ber bêjeya 'Kurdistan' dozeke din!

Ji ber peyva “Kurdistan” li endamên Desteya Rêveberiya Avakar a Komeleya Pîşesazî û Karsazên Kurdistan (KURDSÎAD) bi hêceta li dijî Makeqanûnê ye doz hat vekirin.

Di 2014an de karsazên kurd li Amedê bi navê Komeleya Pîşesazî û Karsazên Kurdistan (KURDSÎAD) daxwaznameya xwe da Maseya Komeleyan a Walîtiya Amedê û sazbûna xwe îlan kir. Ancak ji ber peyva “Kurdistan” di navê komeleyê de derbas dibe bi hêceta li dijî Makeqanûnê ye li endamên Desteya Rêvevberiya KURDSÎAD’ê doz hat vekirin. 

Miduriyeta Komeleyan a Walîtiya Amedê giliyê komeleyê kir û Serdozgeriya Komarê ya Amedê dest bi lêpirsînê kir. Lêpirsîn qediya û veguherî dozê. 

Dozgeriyê bi hêceta “Li dijî qanûna komeleyan muxalefet kirine” di derbarê sazûmankarên KURDSÎADê Abdulbakî Karadenîz, Alaaddîn Tan, Burhan Turgut, Çelebî Rojda Kahraman, Gunay Uyar, Huseyin Bardakçi, Merthan Anîk û Mehmet Akyil da îdaname amade kir.

Îdaneme ji aliyê 9emîn Dadgeha Cezayê Asliye ve hat qebûlkirin. Parlamenterê HDPyê yê Amedê Îmam Taşçier ê bi awayek “guman” di dosyeyê de navê wî cih digire ji ber parlamenter e dosyeya wî veqetandin. 

Ji ber heman doza li Serokê Desteya Komeleyê Abdulbakî Karadenîz hat vekirin 10 meh cezayê hepsê dabûnê û 820 lîre cezayê pere hatibû birîn.

(MA)

Siyaset Haberleri

Rêjîma Îranê êrîşên bo ser xelkê medenî yên deverê dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl
Serok Barzanî: Hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne
12 sal in petrol di boriya Kerkûk-Ceyhanê re derbas nebûye
Nêçîrvan Barzanî: Parastina Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e
Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin