Ji Bargeha Barzanî daxuyanîya ser peyamên sersaxiyê

.

Baregeha Barzanî li ser peyamên sersaxiyê yên hejmarek rêveber û kesayetên siyasî yên Iraq û herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya endamê polîtburoya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys daxuyaniyek belav kir.

Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe ya îro 16ê Sibatê de bal kişand ser wan kesayetên serxweşî dane Serok Mesûd Barzanî bo wefata Dr. Roj Nûrî Şaweys û wiha got:

“Îro bi armanca parve kirina hevxemiyê ve, Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Eyad Elawî, sekreterê giştî yê Partiya Lil Iraq Mitehîdun(Yekgirtî dibin bo Iraq) Usame Nuceyfî, emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Mamosta Selahedîn Bahedîn, emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê mamosta Elî Bapîr bi rêya telefonê ve peyvendî li gel serok Mesûd Barzanî kirin û serxweşî û hevxemiya xwe ji ber koça dawî ya xwedê jê razî Dr. Roj Nûrî Şaweys gehandin Serok Barzanî.”

Dr. Roj Nûrî Şaweys doh 15ê Sibatê ji ber nexweşiyê li nexwaşxaneyeke Hewlêrê di temenê xwe yê 74 salî de koça dawî kiribû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin