Ji Baluken re 12 sal û 8 meh ceza hate birrîn

Danişîna doza Parlamenterê HDPê yê Amedê Idris Baluken îro li 8. Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê birêve çû. Bi tevahî 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Baluken hate birîn.

Parlamenterê HDPê yê Amedê İdris Baluken ji doza ku berê derbarê wî de bi tometa endambûna rêxistinê û propagandaya rêxistinê hatibû vekirin de hat darizandin.

 

Dadgehê derbarê doza Baluken de biryara xwe da û bi hinceta ku Baluken endamê rêxistinê ye û pesnê rêxistinê daye 12 sal û 11 meh ceza lê birîn.

Idris Baluken di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê dabû destpêkirin de, di 4ê Berfenbarê 2016an de hatibû girtin û di 30 Çileya 2017an de hatibû berdan. Li ser îtîraza ku hate kirin Baluken di 21ê Sibatê de dîsa hatibû girtin. Derbarê Baluken de heya 47 salan cezayê hepsê dihate xwestin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin