Ji Ayhan Bîlgen sînyala avakirina partiyeke nû

.

Hevserokê Şaredariya Qersê yê berê Ayhan Bîlgen ê ku niha girtî ye, di peyamekê de ragihand ku li Tirkiyê pêwîstî bi raman û şêwazeke nû heye.

Bîlgen li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kiriye û gotiye: “Li Tirkiyê pêwîstî bi raman û şêwazeke nû heye. Divê bingeha vê ya rewşenbîrî û civakî bê afirandin. Îhtimala vê ya veguhertina bo partiyeke siyasî, girêdayî eleqe û îmkanan e.”

Bîlgenê ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobaniyê” de girtî ye, berê jî rexneyên tund li Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) girtibû.

Bîlgen di rexeneyên xwe de amaje bi vê yekê kiribû ku HDP Tirkiyebûneke berevajî dijî û mezinbûn di pêvajoya çareseriyê de mayînde hesibandibû û vê yekê jî wek serkeftineke şexsî nirxandibû.

Ayhan Bîlgen dema hevserokê şaredariya Qersê bû ji kar hatibû dûrxistin li cihê wî qeyûm avêtibûn ser şaredariya Qersê.

 
 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin