Ji Amerîkayê sewqîyateke mezin a leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê  

.

Karwaneke mezin a hevpeymaniya navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike ji ser Başûrê Kurdistanê bi rêya Deriyê Sêmalka derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

 Hat zanîn ku karwana alîkariyên leşkerî û lojîstîkî ya Amerîkî ku ji 50 barhilgiran pêk dihat, gihîştiye baregeha hevpeymaniyê ya li sînorê Baxozê û qada petrolê El Omer ku dikeve rojhilatê Dêrazorê.

Hêjayî bibîrxistinê ye hefteya borî jî hevpeymaniyê karwaneke mezin a barhilgiran şandibû baregehên xwe yên Dêrazorê ku li gorî zanyariyan Amerîka piştî hatina rêveberiya nû dixwaze hêzên xwe yên li Sûriyê zêde bike.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye