Ji Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya ji bo Hewlêrê daxuyaneke hevbeş

.

Çar welatan bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên mûşekî yên 15ê vê mehê yên ser Hewlêrê şermezar kirin.

 Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên mûşekî yên 15ê vê mehê yên ser Hewlêrê şermezar kirin û ragihandin ku êrîşên bi vî rengî nayên qebûlkirin.

Piştî civîna hevbeş a wezîrên derve yên Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanyayê, daxuyaniyeke hevbeş hat belavkirin û di beşeke daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Em êrîşên mûşekî yên 15ê mehê yên ser Hewlêrê şermezar dikin û sersaxî li xizmên qurbaniyan dikin û êrîşkirina ser Hevpeymanan û NATOyê bi ti awayî nayê qebûlkirin.         

Di beşeke din a daxuyaniyê de behsa gefên DAIŞê hatiye kirin û dibêjin: “Helmetên di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, ku ji 83 welatan pêk tên, li Sûriye û Iraqê berdewam dibin.”

Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya diyar kirin ku zêdekirina hemahengiya navbera wan a ji bo jinavbirina gefên DAIŞê girîng e.

Herwiha li ser Îranê jî, Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya ji Tehranê daxwaz kirin ku ji pêngavên xwe yên metirsîdar ên ku girtine ber xwe, paş vekişe û hişyarî dan Îranê ku encamên karên xwe bifikir

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye