Ji Almanyayê daxuyaniya êrîşa ser Hewlêrê

.

 Bertek û daxuyaniyên şermezarkirinê yên êrîşa ser Hewlêrê berdewam dikin. Piştî Amerîka, Neteweyên Yekbûyî, Holande, Tirkiye û Brîtanyayê Wezareta Derve ya Almanyayê jî êrîş bi tundî şermezar kir.

Wezareta derve ya Almanya bi daxuyaniyekê êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê ku şeva borî pêk hat, bi tundî şermezar kir û sersaxî da malbatên qurbaniyan û hêviya şifayê ji bo birîndaran xwest.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanya de hat gotin, emê di şerê terorê û bidest anîna aramiyê de li gel Iraq û xelkê Iraqê bimînin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye