Ji Almanyayê bo Tirkiyê: Xwe ji operasyonê dûr bixe

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert, bang li Tirkiyê kir ku xwe ji operasyona Sûriyê dûr bigre. Serokkomarê Tirkiyê berî niha ragihandibû ku di demeke nêzîk de operasyona rojhilatê Firatê destpê dike.

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert tekez kir ku li Sûriyê "çareseriya leşkerî" ne mimkun e û ev yek "bo hemû axa Sûriyê heman tişt e."

 

Derbarê mijarê de Wezareta Derve ya Almanyayê jî daxuyaniyek da.

 

Berdevkê Wezaretê, ragihand ku destêwerdaneke leşkerî dê rewşa mirovî li wî welatî zehmettir bike û divê Tirkiye gelekî bi berpirsyarî tevbigere.

 

Li gor medya Almanyayê, Berdevkê Wezaretê herwiha bang li hemû aliyan kir ku bi berpirsyarî tevbigerin û got: "Bo dema niha tişta herî girîng ev yek e."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin