Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin

.

Ji bo 10’êmîn salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê 78 baroyan daxuyaniyeke hevpar dan û ev tişt gotin: “Em parve dikin ku em dev ji Peymana Stenbolê bernadin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”
 
Bertekên li dijî vekişandina Tirkieyê ya ji Peymana Stenbolê berdewam dikin. 78 baroyan ji bo 10’êmîn salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûnên xwe yên li dijî vekişandina ji peymanê anîn ziman. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku vekişandina ji peymanê ya bi Biryarnameya Serokkomariyê li dijî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî û hat gotin ku Peymana Stenbolê sazkar e, ew dev jê bernadin û dê têkoşîna wan a hiqûqî ya ji bo peymanê bidome.”
 
Herî dawî baroyan bang li rayedaran kirin ku biryara vekişandina ji peymanê paşve vekişînin.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê