Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’

.

Wezareta Karên Hûndir, têkildarî “qaçaxçîtiya mirovan” a bi paseporta gewr hatiye kirin, derbarê 6 şaredariyan de lêpirsîna navendî da despêkirin.
 
Şaredariya Yeşîlyûrta Meletiyê ya AKP’î, di îlona 2020’an de, di çarçoveya “Projeya Gihandina Kesên ji Derdorê re Bihestiyar” de biryar dabû ku  ji bo gera lêkolîna derdor, perwerde û çandê 53 kesan bişînin bajarê Hannovera Almanyayê. Lê ji ber gelek kesên çûne geştê û nezivirîne, îdiayên “qeçaxçîtiya mirovan” hat rojevê. Ji bûyera ku piştî pêşniyazpirsa endamên Meclîsê ya di civîna Mêclîsa Şaredariya Yeşîlyûrtê de derket bû holê re ji bo ku bê lêkolînkirin mufetîş hatibûn peywîrdarkirin. Pişt re di çapemeniyê de cih girt ku ne tenê Şaredariya Yeşîlyûrtê li gelek şaredariyên din ên AKP’ê jî bûyerên mîna vê qewimîne.
 
Wezareta Karên Hûndir, bi daxuyaniyekê aşkera kir ku têkildarî vê mijarê li Şaredariyên Gomeç a Balikesîrê, Sergolan a Semsûrê, Yeşîlova ya Bûrdûrê, Yerkoy a Yozgatê, Pirsûsa Rihayê û Korgan a Ordûyê re lêpirsîn daye destpêkirin. Wekî din hat diyarkirin ku şandina derveyî welat a kesên ne personelên cemaweriyê ne ya ji aliyê îdareyên heremî ve bi awayê demborî hatiye rawestandin.

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye