Ji 317 keçên revandî 38 ji wan hatin rizgarkirin

.

Li Nîjeryayê çendek berê li xwendingehekê 317 xwendekarên keç ji aliyê komeke çekdar ve hatibûn revandin. Hat ragihandin ku îro 28ê Sibatê hejmarek ji wan keçan hatine azadkirin.

Hakimê Herêma Nigerê Ebûbekir Bello ragihand ku 38 xwendekarên keç ên ku du hefte berî niha ji dibistaneke amadeyî hatibûn revandin, hatine azadkirin.

Polîsê Nîjerya roja îna borî dabû xuyakirin, komeke çekdar a nenas bi ser dibistaneke amadeyî ya keçan de girtiye û 317 xwendekarên keç revandine ku nayê zanîn ew birine ku derê.

Li aliyê din Papayê Vatîkanê Papa Francis jî îro yekşemê li Vatîkanê revandina keçan li Nîjerya wekî “Revandinek bêşermane” şermezar kir û got "Em nimêj û dûa bikin ji bo keçên ciwan da ku bilez vegerin malên xwe."


 

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin