Jeffrey: Vekişîn, dê bi hemahengiya hevpeymanên me bibe

Nûnerê taybet ê Serokê Amerîka bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey got, welatê wî bi ti awayî rê nadin rejîma Sûriyê piştî vekişîna wan ji Rojhilata Firatê wê navçeyê bike bin desthilata xwe.

Di çarçoveya beşdariya wî di konfransa Munichê de Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey tekez kir ku, ew dê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin.

Jeffrey wisa got: "Vekişîna me, dê ne jinişkave be, gav bi gav pêş bikeve û wê bi hemahengiya ligel hevpeymanên me be. Em timî ji hevpeymanên xwe re dibêjin, ev, ne jinişkave û bilez be, vekşîn, dê gav bi gav be."

Herwiha James Jeffrey da zanîn ku, welatê wî bi ti awayî rê nadin rejîma Sûriyê piştî vekişîna wan ji Rojhilata Firatê wê navçeyê bixe bin desthilata xwe.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin