Jeffrey: Ti sûda danûstandinên Astanayê tine

Nûnerê Amerîka yê taybet bo karbarên Sûrîyê James jeffrey radigihîne, Amerîka nabîne ku danûstandinên Astana ji bo çareserkirina krîza Sûrîyê dê bi sûde be.

Navenda Nûçeyan - James jeffrey ragihand, ji bo çareserkirina krîza Sûrîyê hevrêzîyê bi Tirkîyê re dikin, herwiha gelek caran guftûgoyan bi Rûsyayê re jî dikin, lê ti pêwendîya wan bi gruba Astanayê re nîne û ti karî bi Îranê re nakin.

Ev daxuyanîyên nûnerê Amerîkî yê Taybet bo Karbarên Sûrîyê di demekê ye, îro 01.07.2020ê serokê Rûsya, Tirkîye û Îranê dê bi rîya vîdyokonferansekê çareser kirina krîza Sûrîyê guftûgo bikin.

Danûstandina Astanayê bi serperiştîya her sê welatên gerentîkar Rûsya, Tirkîye û Îranê de di 23ê Çileya 2017an de li paytexta Kazixistanê bi beşdarîya nûnerên rêjîm û opozîsyona Sûrîyê destpê kiribû û heta niha 13 caran gerên wê Astanayê hatine kirin.

Lê rayedarên Amerîka dibêjin, danûstandinên Astanayê cihê danûstandinên Cenêvê yên bi serperiştîya Netewên Yekgirtî di navbera rêjîm û opozîsyona Sûrîyê de tên kirin nagire.

 

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin