Jeffrey: Hejmara leşkerên Amerîkî yên li Rojava zêdetir e, me ji Trump veşart

.

Nûnerê Donald Trump ê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey ku xanenişîn bûye ragihand, wan agahiyên temam nedane Serokê Amerîkayê Donald Trump û hejmara leşkerên Amerîkî yên li herêmê (Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê) jê veşartine.

Jeffrey gotiye, hejmara leşkerên Amerîka yên li Sûriyeyê ne 200 in ku wekî hatiye ragihandin û diyar kir, wan ti hêzeke xwe ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê venekişandine ji ber ku ji bo mana wan a li Sûriyeyê 5 sedemên sereke hebûn û ew jî ji Trump re hatine gotin ku ji ber wê jî dema mayîna hêzên Amerîka hatiye dirêjkirin.

James Jeffrey herwiha got: “Bi awayekî fermî Trump ji bo parastina bîrên neftê razî bû ku 200 leşker bimînin. Lê hejmara wan zêdetir e. Ev agajî ji Trump hatin veşartin. Ti hêzên  Amerîka ji Sûriye nehatine vekişandin.”

Jeffrey daye xuyakirin ku wan her dem zanyariyên kûr û hûr yên leşkerên wan ên li Sûriyeyê ji Koçka Spî veşartine.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye