Jean Asselborn: Fermanên Tirkîyê ne di cihê xwe de ne

Di derbarê vegerandina çekdarên DAIŞê de ji alîyê Tirkîyê ve, Wezîrê Derve yê Luksemburgê di civîna wezîrên derve yê Yekîtîya Ewropayê de ragihand, fermanên Tirkîyê derbarê vê pirsê ne di cihê xwe de ne û baştir e ku hemahengî di navbera wan de hebe.

Navenda Nûçeyan- Di daxuyanîyeke taybet ji bo Rûdawê, Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn ragihand ku divê Tirkîyê bi hemahengî ligel welatên Ewropî mijara çekdarên biyanî çareser bike û got ku Kurd di mijara şerê DAIŞê de û herwiha di girtina çekdarên biyanî de gelekî alîkar bûn.

Jean Asselborn dibêje, hevpeymanîya ku çêbûye, armanca wê jinavbirina DAIŞê bû û Kurdan jî gelekî alîkarîya wan di şerê li dijî Daişê de kirin.

Asselborn got: “Hevpeymanîya çêbibû, armanca wê DAIŞ bû û divê ew kesên çûne nav wê berberîyê çareserek ji wan re bê dîtin. Kurd jî gelekî bi me re alîkar bûn. Gelek kesa jîyana xwe kirin qurbanî û ez hizra Kurdan dikim û ev jî nayê qebulkirin, bi bawerîya min di vê pirsê de ne di cihê xwe de ye Tirkîyê fermanê bide, ev pirsgirêke bo asayişa Tirkîyê, asayişa navçeyê û herweha bo asayişa Ewropayê ye.”

Çavkanî: Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye