Jason Greenblatt Dest Ji Kar Berda

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn Jason Greenblatt dest ji kar berda.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn Jason Greenblatt dest ji kar berda.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihand ku Jason Greenblatt dest ji kar berdaye û got, “Piştî ku di rêveberiya min de 3 sal kar kir, Jason Greenblatt ji karê xwe cuda dibe û dê xebata xwe li kerta taybet bidomîne.”

Donald Trump, Jason Greenblatt weke heval û parêzerekî bêhempa binav kir û diyar kir ku ew hewldanên wî yên bo pêkanîna aşitiyê di navbera Îsraîl û Filistinê de nayên jibîrkirin û spasiyên xwe pêşkêşî wî kirin.

Serkirdeyên bilind amerekî ji medya wî welatî de aşkere kirine ku di proseya Plana Aşitiyê ya Rojhilata Navîn ku weke, ‘Peymana Sedsalê’ tê binavkirin, piştî destjikarberdana Jason Greenblatt, Şêwirmendê Jared Kushner, Avi Berkowitz û Nûnerê Amerîkayê yê bo Karûbarên Îranê, Brian Hook dê roleke aktîf bilîzîn.

Jason Greenblatt ku peywendiyên rêveberiya Amerîkayê yên bi Îsraîlê re pêk dianîn, li New Yorkê bi salan parêzeriya Donald Trump kiriye.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Amerîka û Îran nêzîkî peymanê ne: Naveroka pêşniyarê çi ye?
Trump: Egera destpêkirina êrîşên li ser Îranê heye
Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?