Jan Jambon: “Ez gelkî bi xelkê Kurdistanê û doza wan ve girêdayî me”

.

Serokwezîrê Herêma Flamanê Jan Jambon piştî bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re hevdîtinê kir got ku ew gelkî bi xelkê Kurdistanê û doza wan ve girêdayiye. Serokwezîr Jan Jambon li ser hevdîtina bi Mesrûr Barzanî re bo K24 ê weha got:

“Ez gelkî bi xelkê Kurdistanê û doza wan ve girêdayî me. Ji ber herêma me û Herêma Kurdistanê gelkî dişuhibin hev. Her dû herêm jî xwediyê otonomiyeka başin û dixwazin gelkî tiştnan bidest bixin.”

Jan Jambon, ragihand ku bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re li ser dê çawa karibin aboriya xwe bipêş bixin û li ser hin mijarên din axifîne. Jambon weha dewam kir:

“Bi desteka Oda Bazirganiyê ya Herêma Flamanê û Odeya Sanayî û bazirganiya Herêma Kurdistanê, bo aboriya Hukumeta Herêma Kurdistanê, bi Herêma Kurdistanê re bo bi bazirganiya duqolî baştir bikin, planekî hat amadekirin. Armanc jê başkirina aboriya Herêma Kurdistanê ye.”

Serokwezîrê Flaman û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rewşa penaberên ji ber IŞİD ê reviyane û çûne Herêma Kurdistanê axifîn û Jambon ragihand ku nişteciyên li Herêma Flamanan %60 ê wan Belçîkayî ne. Jambon di dawiya axaftina xwe de weha got:

“Herêma Kurdistanê li Iraqê tekane herêma otonome. Di navbera her dû herêman de ferq hene. Lê têkiliyên me yên xurt yên dîrokî hene. Bi doza herêma Kurdistanê re girêdana min heye. Hêvî dikim têkiliyên me dewam bikin.”

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn