James Jeffrey hate Tirkiyê

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê, James Jeffrey gihîşt Enqerê û dê bi berprisên Wezareta Derve ya Tirkiyê re bicive.

Li gor medyayên Tirkiyê, Jemes Jeffrey piştî serdana xwe bo Urdinê gihîşte Enqerê û dê di derbarê geşedanên herî dawî yên Sûriyê û krîza li wî welatî çend hevdîtin û civînan bi rayedarên Tirkiyê re pêk bîne.

 

Nûnerê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê herwiha dê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re jî bicive û rewşa Sûriyê û geşedanên li wî welatî pê re gotûbêj bike.

 

Di destpêka vê heftiyê de, James Jeffrey di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, ku danûstandinên Astanayê bê encam bûne û ti serkevtin bi dest nexitine.

 

Ew daxuyaniya Jeffrey rastî berteka tund a Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu hatibû û Çavuşoglu di bersivê de gotibû, berdewamiya proseya siyasî li Sûriyê û parastina agirbesta li wî welatî di encama danûstandinên Astanayê de bûye.

 

Çavuşoglu herwiha diyar kiribû: “Daxuyaniya wî cihê xemgîniyê ye. Ez bawer nakim ku ev nêrîna Jeffrey bi xwe be, berovajiyê wê me dê helwesta xwe hebe.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin