Balyozê berê yê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê berê yê Sûriyeyê James Jeffrey, di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re behsa qonaxa nû ya têkiliyên Amerîka û Îraqê, paşeroja Hêzên Pêşmerge û rewşa Sûriyeyê ya piştî Esed kir.
Jeffrey tekez dike ku Amerîka dê têkiliyên xwe yên ewlehiyê bi hêzên Pêşmergeyan re biparêze û piştgiriya xwe bidomîne.
Derbarê Sûriyeyê de, Jeffrey amaje bi wê yekê dike ku ji ber helwesta welatên cîran, avakirina herêmeke xweser a mîna Herêma Kurdistanê zehmet e û divê hemû aliyên Sûriyeyê li hev bikin da ku pêşî li şerekî nû bê girtin.
Her wiha Ehmed Şer wekî "bijardeya herî baş" ji bo Amerîkayê bi nav dike.
Gotûbêjên Jeffrey di demekê de tên ku Îraq û Amerîka derbarê qonaxeke nû ya têkiliyên xwe yên ewlehiyê de di nava dan û standinan de ne.
Balyozê berê destnîşan dike ku eger hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Îraqê kêm bibe jî, hevkariya ewlehiyê dê bi rêya balyozxaneyê berdewam bike. Li ser bandora Îranê jî dibêje ku ew gefeke siyasî ye ne leşkerî.
James Jeffrey amaje bi wê yekê dike ku piştgiriyeke xurt di Kongreya Amerîkayê de ji bo domandina piştgiriya Pêşmerge heye û ew bawer e ku yadaşta di navbera Pêşmerge û Pentagonê de dê were nûkirin.
Jeffrey derbarê paşeroja Sûriyeyê de jî dibêje ku Amerîka rasterast destwerdanê di dan û standinên navbera Kurdan û hikûmeta Şamê de nake lê piştgiriyê dide pêvajoyê da ku rê li ber şerekî din bê girtin.
Rûdaw: Birêz Balyoz, gelekî spas ji bo amadebûna we li Rûdawê.
James Jeffrey: Spas ji bo we. Silav li hemûyan li Îraqê.
Rûdaw: Bila em ji Îraqê dest pê bikin. Amerîka û Îraq dikevin qonaxeke nû ya têkiliyên xwe yên ewlehiyê. Divê pêkhateyên sereke yên vê hevbeşiyê di siberojê de çi bin?
James Jeffrey: Divê pêkhateya sereke berjewendiyên niştimanî yên her du welatan bin. Îraq bi kelecaneke mezin dixwaze careke din tevlî cîhana berfirehtir bibe, piştî 20 salan ji şer û piştgirêdana zêde bi Îranê. Amerîka dergehê wî karî ye. Ji aliyê din ve, Amerîka dixwaze têkiliyeke baş li gel yek ji welatên herî girîng ên herêmê deyne. Wekî ku her kes dizane, bi hilberandina 4 milyon bermîlên neftê di rojekê de, Îraq duyemîn hinardekara herî mezin a OPECê ye. Her wiha hejmareke mezin a welatiyên wê yên xwendewar heye. Amerîkayê ji dema rûxandina Sedam ve têkiliyeke kûr a ewlehî û yên din li gel gelê Îraqê heye, bêguman, li gel xelkê bakur jî gelekî berî wê.
Rûdaw: Di demekê de ku Îraq di nav van gotûbêjên ewlehiyê re derbas dibe, dixwazin hebûna Amerîkayê li Îraqê kêm bibe. Gelo hûn di wê baweriyê de ne ku hikûmeta Îraqê bi temamî amade ye berpirsiyariya asayîşa navxweyî bigire ser milê xwe, bêyî hebûneke berbiçav a Amerîkayê li ser erdê?
James Jeffrey: Bînin bîra xwe, vê hebûnê dev ji erkê şer berdaye. Bi awayekî bingehîn di rewşa rahênan, çekdarkirin û parvekirina agahiyên îstixbaratî de ye. Em dikarin vê yekê bi hejmareke pir kêm a serbazan di bin fermandariya serbazî ya Amerîkayê de bikin. Wekî din, wekî ku me di salên 2011 heta 2014an de kir, em dikarin vê yekê bi rêya balyozxaneyê bikin. Balyozxane xwedî nivîsgeheke bi navê Hevkariya Parastinê û Hevkariya Ewlehiyê ye, ku generalek serpereştiya wê dike û raporan hem ji balyoz re û hem jî ji artêşa Amerîkayê re dişîne, ku dikare rahênan û çekdarkirinê bike. Nivîsgeheke pêvekirî ya parastinê ye. Loma, tewra ku yekîneyên serbazî yên Amerîkayê jî biçin, dê têkiliyeke ewlehiyê bimîne. Wekî din, wekî ku me di sala 2014an de dît, eger Îraq ji aliyê cureyekî dagirkeriya derve ve rastî gefan were, îhtîmal heye ku Amerîka vegere, û ez bi temamî piştrast im ku dê wisa bike.
Rûdaw: Wê demê, divê birêvebiriya Trump çawa hevsengiyekê di navbera xwesteka kêmkirina pêbendiyên derve û pêwîstiya berdewam a rûbirûbûna bermahiyên DAIŞê û Her wiha sînordarkirina bandora Îranê li Îraqê de çêbike?
James Jeffrey: Piraniya karên me yên li dijî DAIŞê li Sûriyeyê tên kirin. Niha pêwîstiya me bi hinek piştgiriyê ji Îraqê heye, her çend em dikarin ji Urdun an Tirkiyeyê jî bi dest bixin. Derbarê bandora Îranê de, ev di bingeh de pirsgirêkeke dîplomatîk e, ne pirsgirêkeke serbazî. Eger Îran hêza serbazî li dijî me yan hevbeş û dostên me bi kar bîne, em ê bi serbazî bersivê bidinê. Lê gefa Îranê ya li ser Îraqê di parlamentoya wê de ye, di Heşda Şeibî de ye. Di wê kontrola ku Îran bi awayekî neyasayî li ser elektrîk, gaz û biryarên Îraqiyan di wî warî de dike de ye.
Rûdaw: Hûn di wê baweriyê de ne ku hikûmeta Îraqê yan hikûmeta paşerojê dikare van koman kontrol bike û bandora Îranê li welêt kêm bike?
James Jeffrey: Bêguman em bi hinek biryarên Serokwezîr Sûdanî kêfxweş in, di nav de paşvexistina yasayeke vê dawiyê ku rola Heşda Şeibî di dewleta Îraqê de kûrtir dikir. Em amade ne, eger careke din bê hilbijartin, her fersendekê bidin wî da ku li ser firehkirin û kûrkirina têkiliyên di navbera Îraq û cîhana derve de berdewam be. Ev girîng e.
Rûdaw: Ango di demekê de ku Îraq û Amerîka hewl didin hevbeşiya xwe ya ewlehiyê di paşerojê de ava bikin, Hêzên Pêşmerge çiqasî di navenda wê hevbeşiya ewlehiyê de ne, bi taybetî di demekê de ku Amerîka dixwaze hebûna xwe ya serbazî ya rasterast li Îraqê kêm bike?
James Jeffrey: Careke din, dê têkiliyeke me ya ewlehiyê li gel hemû hevbeşên me li Îraqê hebe, û Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nav hevbeşên girîng de ne. Têkiliyên me li gel wan gelekî berî sala 2003yan, di salên nodî de li gel Operasyona Çavdêriya Bakur, hebûn. Amerîka dê konsulxaneya xwe bihêle. Dê karên xwe yên ewlehiyê li gel Pêşmerge biparêze û bi girîngî û bi hûrgilî çavdêriya her zêdebûneke di çalakiyên DAIŞê de li her cihekî Îraqê bike. Berjewendiyeke me ya hevbeş li gel hemû Îraqiyan heye ji bo jinavbirina DAIŞê eger vegere.
Rûdaw: Wekî ku we amaje pê kir, Pêşmergeyên Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî dîrokeke dirêj li gel Amerîkayê ne, ji sala 1991ê û tewra berî wê jî, hinek têkilî di navbera şoreşa Kurdan û Amerîkayê de hebûn. Wê demê, gelo hûn li bendê ne ku birêvebiriya Trump piştgiriya xwe ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li derveyî hevbeşiya ewlehiyê biparêze? Wekî hûn dizanin, yadaştek di navbera Pêşmergeyên Kurdistanê û Pentagonê de heye, biryar e ev yadaşt heta meha Îlona sala bê bi dawî bibe.
James Jeffrey: Tu gumana min nîne ku Amerîka dê têkiliyên xwe yên ewlehiyê biparêze. Ez piştrast im ku dê bi rêya vê yadaştê be yan jî guhertoyeke wê ya nû be. Lê dibe ku amûrên din jî hebin. Ya girîng ew e ka gelo hêzeke me li Hewlêrê yan cihekî din ê Îraqê heye yan na, yan gelo em vê yekê bi rêya balyozxaneyê û karmendên serbazî yên girêdayî balyozxaneyê dikin, gelo em bi vê yadaştê yan yeke nû dikin. Ez piştrast im ev piştgirî dê berdewam be, çimkî di berjewendiya Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Amerîkayê û tevahiya gelên herêmê de ye ku têkiliyeke ewlehiyê li gel yek ji hêzên aramker ên herêmê, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, hebe.
Rûdaw: Wê demê, gelo hûn li bendê ne ku tewra ev yadaşt bi dawî bibe jî, yeke nû hebe, yan hûn ê hewl bidin cureyekî têkiliyê li gel Pêşmerge bi rêya hikûmeta Îraqê deynin?
James Jeffrey: Ez pir piştrast im ku di Kongresê de piştgiriyeke mezin ji bo wî cureyê piştgiriyê heye. Dîsa, birêvebiriya Trump hez nake bi hejmareke zêde ya hêzan ve asê bimîne. Ev hêzên li Îraq û Sûriyeyê ne zêde ne, di rewşa herî zêde de çend hezar in û dikarin kêmtir jî bibin. Artêşeke me heye ku hêza me ya yedek 2,1 milyon serbaz e.
Rûdaw: Pirseke din li ser Îraqê dikim, paşê em dê derbasî Sûriyeyê bibin. Wekî hûn dizanin, Îraq ber bi hilbijartinan ve diçe heta dawiya îsal. Hûn çi ji van hilbijartinan hêvî dikin? Hûn li bendê ne ku çi hevbendî piştî hilbijartinan ava bibin, û divê Amerîka çawa van hilbijartinan şîrove bike? Gelo ev fersendek e ji bo nûkirina têkiliyên wê li gel Îraqê, yan pirsgirêkek e ji bo berjewendiyên wê yên demdirêj li herêmê?
James Jeffrey: Ez encamên hilbijartinan berî ku çêbibin pêşbînî nakim. Ez dibêjim ku Amerîka amade ye li gel her kesê ku were hilbijartin kar bike. Eger her kesê ku were hilbijartin bixwaze ew cureyên têkiliyên nêzîk ên ku me li gel birêz Sûdanî hebûn berdewam bike û berfireh bike, wiha baş e. Eger bixwazin ber bi aliyekî din ve biçin, wekî ku me li gel serokwezîrên din ên Îraqê dît, ev li gorî me me ne baş e, û li gorî Îraqê jî ne baş e. Em dê li gel her kesê ku di desthilatê de be kar bikin, ji ber ku têkiliyeke baş a Amerîkî-Îraqî, têkiliyeke baş di navbera Amerîkiyan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, di berjewendiya Îraqiyan, Amerîkiyan û her kesî li herêmê de ye.
Rûdaw: Gelo derbarê bandor an destwerdana Îranê di van hilbijartinan de tu dilgiraniyên Amerîkayê hene?
James Jeffrey: Ez bi taybetî derbarê hilbijartinan de nizanim. Em ji bandora Îranê, bi taybetî bandora neyasayî bi rêya Heşda Şeibî û mekanîzmayên din li her derê Îraqê û derveyî Îraqê, ne razî ne.
Rûdaw: Bila em behsa Sûriyeyê bikin. We li ser Sûriyeyê kar kiriye; nêrînên we yên baş derbarê Sûriyeyê de hene. Di Sûriyeyeke ku Ehmed Şer serkêşiya wê dike de, armanca sereke ya Amerîkayê çi ye di handana Kurdan de ji bo yekgirtina li gel hikûmeteke navendî li Şamê?
James Jeffrey: Pêşî, nabe ku komek qewareyên cuda di nav Sûriyeyê de hebin ku derî li ber şerekî zêdetir vekin. Tewra ew cureya xweseriyê ya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îraqê heye, ku xwedî pêşîneyeke dîrokî di rewşeke navneteweyî de ye û ji Sûriyeyê cuda ye. Ya herî girîng, Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkiliyeke gelekî nêzîk li gel Enqereyê gelekî berî sala 2003yan hebû. Birêz Talebanî û birêz Barzanî bi hevrêziya min, mînak di salên nodî yên sedsala borî de serdana serkirdeyên li Enqereyê dikirin. Ew têkiliya erênî di navbera HSD û Enqereyê de tune ye, alozî heye. Hinek tundûtûjî hebûye, û ew jî ji paşxana PKKyî ya HSDê tê.
Rûdaw: Wê demê, berjewendiya Amerîkayê di vê de çi ye? Ev berjewendiya Tirkiyeyê ye ku naxwazin herêmeke nîv-xweser hebe. Berjewendiya Amerîkayê çi ye? Gelo ew li gel berjewendiyên Amerîkayê li herêmê nagunce bi hebûna hikûmeteke nenavendî li Sûriyeyê?
James Jeffrey: Amerîka bi awayekî asayî biryarê nade ka sîstemeke herêmî ya xweser wekî ya li Amerîka yan Almanyayê, yan sîstemeke navendî wekî ya li Brîtanya yan Fransayê hebe. Ew ji bo gelê Sûriyeyê ye ku biryarê li ser bide. Wisa dixuye ku gelê Sûriyeyê mijûlî çareserkirina wê yekê ne. Em di têkiliyê de ne li gel hemû aliyên pêwendîdar. Sûriyeyî li Şamê, xelkê bakurrojhilat, nexşerêyeke wan heye ku di 10ê Adarê de di navbera General Mezlûm û Serok Şer de hatiye îmzekirin, û ew mijûlî karkirina li ser wê ne. Nakokî hene, ev asayî ye. Dewletên Yekbûyî piştgiriya her aliyekî dike.
Rûdaw: Dewletên Yekbûyî dan û standinên di navbera Şam û Kurdan de li Sûriyeyê diyar nake?
James Jeffrey: Ev gelekî rast e.
Rûdaw: Kurd bi dehên salan e vê herêmê bi rê ve dibin. Ev ne tenê birêvebiriyeke xweser e ku nûnertiya Kurdan dike, belkî pêkhate û kêmîneyên din jî hene ku ji aliyê Birêvebiriya Xweser ve tên nûnertîkirin. Wê demê, çima ew ji yekgirtina li gel hikûmeta navendî nîgeran in, ku tewra alîgir an hevbeşê wan ê herî nêzîk wekî Amerîkayê jî wan teşwîqî wê yekê dike?
James Jeffrey: Pêşî, em jê hez bikin an nekin, em dewletê wekî bingeha sereke, bingeha asayîş, aramî û têkiliyên dîplomatîk li herêmê dibînin. Em gelekî bi dudilî ne di handana herêmên xweser di nav welatan de. Me dîtiye, bi taybetî di rewşa Sûriyeyê de, ev dibe sedema şer. Em naxwazin vê yekê bibînin. Pirsa din helwesta cîranan e. Ne Îraq û ne jî Tirkiye naxwazin herêmeke xweser li bakurrojhilatê Sûriyeyê bibînin. Wê demê, ji ber ku ew her du cîranên herêma xweser a bakurrojhilatê Sûriyeyê ne, bi awayekî pratîkî zehmet e em bibînin ka ew ê çawa bixebite eger du welat li ser sînorên wê bin ku bi rastî li Şamê dinêrin, ne li komîser an cihekî din, wekî hevbeşê xwe yê sereke. Dîsa, li gel Tirkiyeyê ne wisa bû.
Rûdaw: Hûn li ser herêmê kar dikin, gelo hûn di wê baweriyê de ne ku sîstemeke nenavendî yan federalî ji bo Sûriyeyê çareseriyeke guncaw e, yan hûn di wê baweriyê de ne ku Amerîka gelek tiştan ji Kurd û her wiha kemîne û Şamê hêvî dike ji bo ku ber bi navendîbûnê ve gav bavêjin?
James Jeffrey: Li gorî min, wekî yasayeke giştî, lê ez gelekî bi dudilî me di piştgiriya wê yasayê de. Lê wekî yasayeke giştî, birêvebiriya xwecihî, hilbijartina şaredaran, hilbijartina dadwerên xwecihî, yan tayînkirina dadwerên xwecihî û hêzên ewlehiyê yên xwecihî meyla wan heye ku aramiyê pêş bixin. Ji bilî vê, divê her komek di civakê de, çi Durzî, çi Xiristiyan, çi Tirkmen, çi Elewî, çi Kurd bin, gotina wan di birêvebirina giştî ya welatekî de hebe. Ango, divê welatek be ku nûnertiya tevahiya gelê xwe bike. Ev prensîbên sereke ne ku di destûra me de hene û me dîtiye ku li seranserê cîhanê kar dikin. Vêga, çawaniya cîbicîkirina vê yekê ji aliyê gelê Sûriyeyê ve pirsek e ji bo tevahiya gelê Sûriyeyê ku li ser li hev bikin.
Rûdaw: Wê demê, we got ku Amerîka van dan û standinan di navbera her du qewareyan de ferz nake. Gelo hûn di wê baweriyê de ne ku Amerîka dikare bi awayekî realîst navbeynkariyê di navbera daxwaza Kurdan a ji bo xweseriyê û neteweperestên Ereb de bike, ji ber ku ew Sûriyeyeke nenavendî wekî gefekê li ser yekparçebûna axa xwe dibînin?
James Jeffrey: Di dawiyê de, Amerîka dê rê bide gelê Sûriyeyê ku her biryareke bixwazin bidin. Lê em vê yekê li ser wê bingehê dikin ku Amerîka dê bi awayekî leşkerî ti herêmekê neparêze, û em piştgiriyeke zêde ji welatên cîran ji bo Sûriyeyeke nenavendî nabînin, ji bilî ku Îsraîliyan hinek piştgirî pêşkêşî Durziyan kir. Lê wekî hûn dizanin, Amerîkayê hinek dilgiranî li ser wê yekê anî zimên.
Rûdaw: Rast e ku Amerîka rê dide xelkê herêmê ku biryarên xwe bidin, lê eger em li dîrokê binêrin, Amerîkayê her tim berjewendiyên xwe li herêmê parastine. Û eger em li dîroka Sûriyeyê jî binêrin ji sala 1950î û paşê piştî hatina Partiya Beasê, tewra Amerîkayê hewl daye hinek operasyonên veşartî bike ji bo ku piştrast be ku hinek kesên ku hevpeymanên Amerîkayê ne di desthilatê de ne yan welat birêve dibin. Wê demê, eger Şer an hikûmeta demkî, nekarî li gel Kurd, Durzî û kemîneyên din bigihîje rêkeftineke mayînde, gelo planeke din a Amerîkayê heye yan divê em li benda nepiştrastiyê bisekinin?
James Jeffrey: Bi taybetî li gel vê rêveberiyê, gotara Donald Trump a li Riyadê di meha Gulanê de bixwînin; Dewletên Yekbûyî destwerdanê di karûbarên navxweyî de nake. Lê helwesta me ew e ku em û civaka navneteweyî dixwazin têkiliyeke me ya nêzîk li gel Sûriyeyeke aram û aştîxwaz hebe. Em naxwazin vegera qonaxa 2011 heta 2024an bibînin, û lihevhatina di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de ji bo wî cureyê aramiyê şertekî pêşwext e, û bi vî rengî jî şertekî pêşwext e ji bo têkiliyeke baş li gel Dewletên Yekbûyî, welatên Ereb, Tirkiye, Îsraîl, Ewropa û Neteweyên Yekbûyî. Helwesta ku me daye ev e, çi li gel hevalên me li bakurrojhilat be, û çi li gel hevalên me li Şamê be.
Rûdaw: Hûn ji bo hêzên Kurdî li Sûriyeya piştî Esed çi dibînin? Gelo dikarin wekî hevbeşekî sereke ji bo Dewletên Yekbûyî bimînin bêyî ku aloziyê li gel Tirkiyeyê û aliyên herêmî yên Rojhilata Navîn kûr bikin?
James Jeffrey: Em li bendê ne ku Sûriye xwedî hêzên serbazî be ku di şerê li dijî Dewleta Îslamî de alîkariya me bikin. Ev demeke dirêj e rewşa Hêzên Sûriya Demokratîk wisa bûye. Ev her ku diçe zêdetir dibe rewşa wan hêzên ku Şer fermandarî û kontrola wan dike. Û em dixwazin di demeke kurt de hevkariyê di navbera van hêzan de bibînin, di şerê hevbeş de li dijî Dewleta Îslamî. Û me, bi rêya kanalên serbazî, hinek rê ji bo pêkanîna wê yekê pêşniyar kirine. Di demeke dirêj de, tu yê çawa yekîneyên serbazî yên din bikî yek? Ez dizanim li Îraqê gelekî aloz e. Lîwayên Pêşmerge hene ku beşek ji artêşa Îraqê ne. Lîwayên Pêşmerge hene ku beşek ji asayîşa navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, paşê hêzên asayîş û hêzên din jî hene. Hemû bi rewşa navxweyî û gotûbêjkirina di navbera aliyên cuda de girêdayî ye. Tiştê ku li Îraqê qewimî ev e.
Rûdaw: Gelo hûn di wê baweriyê de ne ku biryarderên siyaseta Amerîkayê dersek ji Îraqê wergirtine û naxwazin heman siyasetên ku piştî sala 2003yan meşandin dubare bikin, û naxwazin heman tiştî li Sûriyeyê dubare bikin?
James Jeffrey: Em di wê baweriyê de ne ku rewşa niha ya Îraqê ji bo aramî, pêşketin û xweşguzeraniyê li Îraqê rewşeke baş e, û em şanaziyê bi hemû beşdariyên xwe dikin. Em ne di wê baweriyê de ne ku ew modelek be ku em bixwazin ji bo ti welatekî din dirêj bikin, bêyî ku em li wê yekê binêrin ka xelkê wî welatî baweriya xwe bi çi tînin, çi dixwazin û rewşên taybet çi ne. Wê demê, divê ez li wir hişyartir bim.
Rûdaw: Bila em her li ser Sûriyeyê bimînin. Hûn paşeroja dewleta Sûriyeyê çawa dibînin? Me dît ku alozî û pevçûn di navbera çekdarên girêdayî Şamê û li gel Durzî û Elewiyan de hebûn, û heman tirsa Kurdan jî heye. Gelo baweriya Amerîkayê bi temamî bi Ehmed Şer heye yan hêj wî diceribîne, yan hêj li benda guherîna reftara wî ye?
James Jeffrey: Ez nikarim li şûna hikûmeta Amerîkayê biaxivim. Ez dibêjim, eger ez şêwirmendê hikûmeta Amerîkayê bûma, min ê du tişt bigotana. Yekem, Ehmed Şer ji her serkirdeyekî din ê Sûriyeyeke yekgirtî pêbawertir e. Ew tişta yekem e. Duyem, ma bi rastî bijardeyeke me ya din heye? Heye?
Rûdaw: Ev pirsek e ji bo Amerîkayê, biryarderên siyasetê û şîrovekar. Gelo hûn wisa difikirin?
James Jeffrey: Na. Tiştê ku ez dibêjim ev e, wekî şîrovekarekî, li gorî min bijardeyeke din a Amerîkayê nîne.
Rûdaw: Wê demê, ev ji bo Amerîkayê bijardeya herî baş bû?
James Jeffrey: Li gorî min ev ji bo Amerîkayê bijardeya herî baş e.
Rûdaw: Wekî şîrovekarekî, gelo hûn di wê baweriyê de ne ku ev yek dê di paşerojê de serêşiyekê ji Amerîkayê re çêneke? Mînak, têkiliyeke baş a Amerîkayê li gel neteweperestan nîne, tewra yên ku ji Îranê tên, paşê Musediq, ew ne alîgirê rojava ye. Rast e ew ne alîgirê welatên din e, lê ne alîgirê rojava ye. Ew ne alîgirê Amerîkayê ye, rabirdûya wî şahidiya vê yekê dide. Gelo hûn di wê baweriyê de ne ku piştgirêdana bi Ehmed Şer dê di paşerojê de berjewendiyên ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê biparêze?
James Jeffrey: We got, gelo dê serêşiyê ji me re çêbike? Ez we piştrast dikim, dê serêşiya me li gel Sûriyeyê hebe. Serêşiya me li gel bombebarana Dewhayê ji aliyê Îsraîlê ve di hefteya borî de heye. Serêşiya me li gel wan biryarên ku hevalên me li Brîtanyayê derbarê naskirina Filistînê de didin heye, her çend mêvandariya Donald Trump jî dikin. Serêşî têkiliyan diyar nake. Em di wê baweriyê de ne ku pir girîng e Sûriye bibe dewleteke yekgirtî, aştîxwaz, geşbûyî û avadan di navenda Rojhilata Navîn de. Niha em ti bijardeyeke din nabînin ji bilî ku em li gel civaka navneteweyî kar bikin da ku piştrast bin ku birêz Şer dê bibe serketî, ne têkçûyî, ne Esedekî din. Erê, siyaseta me di vê de ye.
Rûdaw: Hûn rola aktorên herêmî li Sûriyeyê, wekî Îsraîl û Tirkiyeyê, çawa dibînin? Gelo hûn di wê baweriyê de ne ku ew dê Sûriyeyê ber bi rewşeke nearamtir ve bibin?
James Jeffrey: Ev xaleke gelekî baş e. Li gorî min, ji tecrubeya xwe ya li gel Sûriyeyê, tişta herî girîng ne siyaseta yek an çend welatan a li hemberî Sûriyeyê ye, belkî yekrêziya siyasetê ye. Ango, eger welatên Ereb, Tirkiye, Îsraîl, Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê komek siyasetên hevbeş hebin, û Rûsya û Îran hinekî li derveyî xelekê bin, wê demê ez piştrast im, tewra ku ger ew siyaset ne yên herî baş ên cîhanê bin jî, bi liberçavgirtina hêza aborî, serbazî û dîplomatîk a wan hemû navendên siyasî, Sûriye dê kêm zêde ber bi aliyekî rast ve biçe. Heta niha, ew yekrêziya me heye. Tenê Îsraîl hinekî cuda ye, lê hûn bala xwe didinê ku Îsraîl bi awayekî gelekî xurt li gel hikûmeta Şer dan û standinan dike, û di çend rojên borî de, hikûmeta Şer jî amaje pê daye ku ew nêzîkî rêkeftinê ne, bêyî ku Îsraîl vê yekê red bike. Loma, li gorî min em di cihekî baş de ne ji aliyê xebata civaka navneteweyî li gel hikûmeta Şer.
Rûdaw: Gelek pirs li ser Sûriyeyê hene lê dema me kêm e, ez ê pirsa xwe ya dawî bikim. Hûn siyaseta birêvebiriya niha ya li hemberî Rojhilata Navîn û bi taybetî Îraq û Sûriyeyê çawa dibînin? Hûn di wê baweriyê de ne ku siyaseteke wan a stratejîk a demdirêj ji bo wê herêmê heye, yan tenê berteka wan li hemberî bûyerên niha yên li ser erdê heye?
James Jeffrey: Her rêveberî berteka wê li hemberî bûyerên li ser erdê heye, lê her rêveberî jî dîtineke wê ya demdirêj heye. Bi liberçavgirtina pêgeha jeo-stratejîk a guhastina Rojhilata Navîn di navenda cîhanê de, li Tengava Dardanîlê bifikirin, li Kanala Sûveyşê bifikirin. Li Deryaya Sor bifikirin. Li wê yekê bifikirin ka Hûsî çi bi Deryaya Sor dikin, li Tengava Hurmizê bifikirin. Li hinardekirina neft û gaza herêmê bihizirin. Li wan şeş an heft welatên ku hewl dane çekên atomî bi dest bixin bihizirin. Li bobelata terorê, lehiya mezin a penaberan a ku herêmê afirandiye bihizirin. Ji ber gelek sedeman girîng e. Tiştê ku Amerîka hewl dide bike kêmkirina lêçûn û qebareya pêbendiyên me ye, di heman demê de ku em bi rêya hevbeşên xwe, Rojhilateke Navîn a aram û aştîxwaz diparêzin. Çima Rojhilata Navîn nikare wekî Amerîkaya Başûr be? Hinek pirsgirêk li Amerîkaya Başûr hene, hikûmeta Maduro li Venezuelayê, lê 30 welat li Amerîkaya Başûr hene ku piraniya wan, wekî hûn dizanin, hikûmetên qels heta navîn hene û nakokiyên wan li gel hev hene. Lê tiştekî me wekî dramaya Rojhilata Navîn nîne, tiştekî me wekî hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn û Amerîkaya Başûr nîne. Nexwe, ew armanca me ye, û li gorî min em ber bi wê armancê ve kar dikin.
Rûdaw