Îzmîr | Polîsan hemû qeydên kamerayên kargehên derdora HDPê jê birin

.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, hemû qeydên kamerayên kargehên derdora avahiya HDPê ku Denîz Poyraz lê hat qetilkirin jê birin. 

Êrîşkar Onûr Gencer, di êrîşa li dijî avahiya Rêxistina HDPê ya Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kir. Li gor zanyariyên ji xebatkarên kargeh û esnafên derdorê, polîsan dest danîne ser qeydên kamerayên têketina kargehê û dûre qeyd jê birine. Hat diyarkirin ku piştî ku polîsan qeydên kamereyan ên hefteyekê girtine, dîmen hemû jê birine.

Xebatkarên kargeh û esnafên derdorê destnîşan kirine, polîs di saetên serê sibê de hatine cihê kar, qeydên kamereyan ên hefteyekê girtine û pişt re qeyd jê birine. Esnafan herwiha eşkere kirine, polîsan tu hêcetên qanûnî pêşkeşî wan nekirine û qeydên di cihazan de jê birine.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye