Îtalyayê rahênanek taybet da 65 Pêşmergeyên Zêrevaniyê

Îro li baregeha Fermandariya Zêrevaniyê li Hewlêrê dawî bi xûleke rahênan û perwerdehiyê ya hêzên Zêrevaniyê hat, ku ev xûla rahênanê ji aliyê rahênerên Îtalî ve hatibû organîzekirin.

Di dema 6 heftiyên derbasbûyî de rahênerên Îtalî xûleke rahênanê ji bo hêzên pêşmerge yên Zêrevaniyê vekiribûn û  têde 65 pêşmerge beşdar bibûn. Îro Pêncşembî 9ê Tebaxa 2018an roja dawiya vê xûla rahênanê ye ew xûl bi dawî tê.

 

Di wê xulê de rahênan li ser parastina kesayetî û wan konsul û nûneratiyên welatan hatiye kirin, ku li Herêma Kurdisatnê hene. Herwiha pêşmergeyên beşdar di xûlê de li ser çawaniya rûbirûbûna alozî û fitnegeriyê û danîna xalên kontrolê û çend erkên din, rahênan wergirtine.

 

Berpirsê  Rewşenbîrî û ragiahndina fermandehiya Zêrevaniyê , Emîd Dîdewan Xurşîd  ragihand, Tîmeke Îtalî di çarçoveya rahênana pêşmerge de, di dema 6 heftiyan de xûleke rahênanê ji bo 65 pêşmergeyên hêza Zêrevaniyê vekiribû û 65 pêşmerge ji hêzên Pasevanên Konsulxaneyan û Lîwaya Yek a Parastina Saziyên Petrolê li Herêma Kurdistanê  têde beşdar bibûn.

 

Dîdewan Xurşîd herwiha got: “Em dê berdewam bin li ser rahênan û dana zanyariyan bi hêzên pêşmerge, daku zêdetir şareza bin û çalaktir bin bo parastina hemû saziyan û hemû Herêma Kurdistanê.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin