Îtalyayê, 12 sal heps li damezrênerê Ensar el Îslamê birî!

Dadgehekê li îtalya, 12 sal heps bi ser damezrênerê Ensar el Îslam û rêberê berê yê wê tevgera tundrew, Mela Kirêkar birî.

Dadgehekê li îtalya, 12 sal heps bi ser damezrênerê Ensar el Îslam û rêberê berê yê wê tevgera tundrew, Mela Kirêkar de sepand. Polîsê Norwêjê jî hatiye haydarkirin ku wî desteser bike.
 
Medyaya Îtalyayê ragihandiye, Necmedîn Ferec Ehmed naskirî bi Mela Kirêkar duh Duşemî 15ê Tîrmeha 2019an li dadgeha Bolzono hatiye dadgehîkirin.
 
Li gor agahiyan, Mela Kirêkar li dadgehê bi tohmeta plandanîna jibo kiryarên terorîstî hatiye dadgehîkirin û cezayên 12 sal heps bi ser wî de hatiye sepandin.
 
Parêzarê Mela Kirêkar, Brynjar Meling ragihandiye, ew dê îtîrazê li biryara dadgeha Îtalyayê bikin, çimkî bi gotina wî rê li bi Mela Kirêkar nehatiye dayîn da ku belgeyekî ji bo parastina xwe pêşkêşî dadgehê bike.
 
Brynjar Meling herwiha gotiye, heta destur nehatiye dayîn, ku  Mela Kirêkar bi parêzerê xwe re jî biaxive.
 
Li gor zanyariyan, polîsê Norwêjê hatiye agahdarkirin, da ku Mela Kirêkar desteser bike, lê belê heya niha nayê zanîn ku dê radestî Îtalyayê were kirin an na.
 
Mela Kirêkar çend salan e ku weke penaber li Norwêjê dijî û heya niha çend caran hatiye dadgehîkirin.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye