Îsraîlê vê carê li HTŞyê xist: Kuştî û birîndar hene

.

- Li gorî çavkaniyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) droneke artêşa Îsraîlê li parêzgeha Quneytirayê ya başûrê Sûriyeyê êrişî karwanekî Hêzên Tehrîr El Şamê (HTŞ) kir û di êrişê de 3 kes hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Brîtanyayê ye ragihand ku droneke Îsraîlê li gundê Xadîr El Bustanê yê parêzgeha El Quneytirayê ya Sûriyeyê êrişî karwanekî leşkerî yê Îdareya Operasyonên Leşkerî ya di bin banê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) de kir.

Di êrişê de 3 kes hatine kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bûye.

Hat diyarkirin ku êriş di dema operasyona HTŞyê ya lêgerîna çekan di malên sivîlan de pêk hatiye.

SOHRê da zanîn ku 13ê Kanûna Paşîn balafirên şer ên Îsraîlê êrişî xala di navbera Metreba û gundewarê Himsê de kiriye.

Kurdistan Haberleri

Mistefa Hicrî: Em di Îrana nû de navendîparêziyê qebûl nakin
Yekîtiya Ewrûpayê dê hevkariya Amerîka bike bo zêdekirina givaş li ser Îranê
Kawa Ezîzî: Dema wê hatiye ku li Rojavayê Kurdistanê hejmûniya PKKê bi dawî bibe û navmala kurd bê rêxistin kirin
Amerîkayê êrişî Îranê kir
Gelê Amûdê li dijî sînordarkirina zimanê Kurdî derket qadan