Îsraîlê gef li Esadî xwar

Îsraîlê îro duşemê bi awayekî eşkere gef li serokê dewleta Sûriyeyê Beşar Esadî xwar û got, eger şerek ji Sûriyeyê li dijî Îsraîlê were kirin, Esad bi xwe berpirsyarê jiyana xwe ye."

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Avê yê Îsraîlê Yuval Steinitzî got ku çi şerekî ji nava axa Sûriyeyê li dijî Îsraîlê were kirin, dê encamên kujende ji bo hikûmeta Şamê û Serokê Sûriyeyê Beşar Esadî bi xwe jî bi xwe bîne.

 

Steinitzî bi rojnameya ynetnewsê re axivî û got, "eger Esad wek serokê Sûriyeyê rê bide hinekan…Îran an jî aliyekî din…ku ji Sûriyeyê şerekî li dijî Îsraîlê ragihînin, ew ê berpirsyarê jiyana xwe be."

Herwiha wezîrê îsraîlî hişyarî da ku pêngaveke wiha "dê hebûna rejîma Esadî û ya wî bi xwe jî têxe xeterê."

Hêjayî gotinê ye ku ev daxuyanî di demeke wiha de tên ku rageşî di navbera Tel Avêv û Tehranê de gelekî zêde bûye, nexasim piştî wan êrîşên li dijî baregeheke li Humsê ku di encamê de 7 leşkerên îranî hatibûn kuştin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin