Îsraîlê êrişî berevaniya asmanî ya Sûriyê kir

.

 Îsraîlê êrişî berevaniya asmanî ya Sûriyê kir.

Ajansa fermî ya Sûriyê diyar kir, berevaniya asmanî ya Sûriyê li navçeya Hife li Laziqiye û Misyafê ku dikeve rojavayê Hemayê rûbirûyî êrîşeke Îsraîlê bûye.

Herwiha hat destnîşankirin, dengê çend teqînan li nêzîkî bajarê Laziqiye li ser Deryaya Navîn hatiye bihîstin û kargeheke palstîkê hatiye armanckiriin.

Li gor çavkaniyeke leşkerî ji medyaya Sûriyê re eşkere kir, êrîş saet 02:18 bûye û çend xal li navçeya beravê hatine bombebarankirin, berevaniya asmanî rûbirûyî wê êrîşê bûye û çend rokêt xistine xwarê.

Heman çavkanî dide zanîn, di êrîşê de kesekî sivîl hatiye kuştin û 6 kesên din birîndar bûne, herwiha ziyaneke madî gihiştiye kargeheke plastîkê.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye