Îsraîlê cardin moşek avêt..Parastina hewayî ya Sûriyê berî girt

Hêzên Sûriyê yên berevaniya ezmanî, rê li ber êrîşeke firokeyên Israîlî li dijî bingeha T4a serbazî girtin.

Jêderekî serbazî yê ji Artêşa Sûriyê diyar kir, ku berevaniya wan ya ezmanî çend moşekên Israîlî anî xwarê û li firokeyeke cengî jî da, bi wê yekê firokeyên mayî êrîşa bidawî anîn û ezmanê Sûriyê derketin.

Li ser wê êrîşê, Çavdêrgeha Sûriyê ji bo Mafên Mirovan tekez kir, ku di wê êrîşa moşekî de, li ser bingeha T4 ya serbazî li gundewarê Himsê, hejmarek ji çekdarên Îranî û yên Hizbullaha Lubnanî hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve, Artêşa Israîlî red kir ku bersiva daxuyaniyên wî jêderê Artêşa Sûriyê bide, ku Israîl bi encamdana wê êrîşê tometbar kiribû.

Peyvdarê Artêşa Israîlê ragihand, ku ew bersiva wan raporan nadin, ku di medya biyanî de belav dibin.

Di roja 9ê Nîsana îsal de jî, firokeyên cengî yên Israîlî, ji corê F15 êrîşî bingeha T4 kirin û di encama wê êrîşê de, 7 şêwirmendên serbazî Îranî hatin kuştin.

Li ser wê êrîşê, wezareta berevaniya Rûsî di daxuyaniyekê de ragihand, ku du firokeyên Israîlî ji cûrê F15, ji ser ezmanê Lubnanê, 8 moşekên ku ji dûr ve tên arastekirin, berdan bingeha T4 a serbazî, lê hêzên berevaniya Sûriyê rê li ber 5 moşekan girtin û tenê 3 mûşekan li armancên xwe dan.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin