Îsraîlê balyozxaneya xwe li Îmaratê vekir

.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid îro bo yekemîn car serdana Îmaratê kir û di merasimekê de Balyozxaneya welatê xwe li Abu Dhabî vekir.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê li Firokexaneya Abu Dhabî ji aliyê Wezîrê Dewletê yê Îmaratê Ehmed El-Sayeq ve hat pêşwazîkirin.

Piştre Yair Lapid bi amadebûna Wezîra Rewşenbîrî û Ciwanan a Îmaratê Nûre El-Keibî di merasimekê de bi fermî Balyozxaneya Îsraîlê ya li Îmaratê vekir.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê keyfxweşiya xwe bi serdana bo Îmaratê nîşan da û ragihand: “Ez pê şanazim ku di yekemîn serdana fermî ya bo Îmaratê de nûneratiya welatê xwe Îsraîlê dikim.”

Yair Lapid got: “Ev demeke dîrokî ye, em îro li vir radiwestin ji ber ku me aştî û hevkarî li şûna şer û dijminatiyê hilbijart.”

Lapid bang li welatên navçeyê jî kir, ku Îsraîlê û mafê wê yê hebûna li Rojhilata Navîn bi fermî nas bikin û ragihand: “Îsraîl bi hemû cîranên xwe re aşitîyê dixwaze. Em naçin cîhekî. Rojhilata Navîn mala me ye, em li vir in ku bimînin. Em bang li hemî welatên herêmê dikin ku wê yekê nas bikin û werin bi me re biaxivin.”

Wezîrê Derve yê Îsraîlê di beşeke din a axavtina xwe de diyar kir: “Ev ne kêliyek hûrguliyan an lihevkirinek tevlihev e, ew demek sadebûnê ye, mirov li hevdu digerin û dibêjin - em aştiyê hildibijêrin.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin