Îsraîl li dijî Îranê hevpeymaneke leşkerî ava dike  

.

Hat ragihandin ku Îsraîl ketiye nav hewldana avakirina hevpeymaniyeke leşkerî ya li dijî Îranê.

Desteya weşana Îsraîlê belav kiriye ku hikûmeta Îsraîlê ji bo avakirina hevpeymaniyê pêwendî li gel çend welatên rojavayî pêk aniye.

Li gorî nûçeyê hevpeymaniya nû ya ku Îsraîl dixwaze li dijî Îranê ava bike çend welatên ereb jî di nav xwe cî digirin.

Desteya weşana Îsraîlê daye xuyakirin ku guftûgoyên telefonî yên serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu û kurmîr ê velîahdê Behrênê Selman Bin Hemed El Xelîfe û guftûgoyên wezîrê berevaniya Îsraîlê Benny Gantz ên li gel Qral Ebdulayê duyem ê Urdinê, bi armanca avakirina wê hevpeymaniyê bûye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin