Îsraîl: Îranê dest bi vekişandina ji Sûrîyê kirîye

Wezîrê berevanîya Îsraîlê ragihand ku Îranê dest bi vekişadina hêzên xwe ji Sûrîyê kirîye û tekez kir ku heta niha çend bingehên xwe vala kirine.

Navenda Nûçeyan - Naftali Bennett ku duh karê wî bi dawî bû û Wezareta Berevanî ya Îsraîlê radestî Benny Gantz kir, ragihand ku Îran hebûna hêzên xwe li Sûrîyê kêm dike.

Bennett destnîşan kir ku pêwîst e kar berdewam be ji bo ku ti hêzeke Îranê li Sûrîyê nemîne û bang li wezîrê nû kir ku artêşa Îsraîlê dikare bi xwe Îranê derxîne.

Di 15 vê mehê de jî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî bang li hêzên Îranê kir ku ji Sûrîyê derkeve û tekez kiribû ku ew amade ne bi rêya serbazî wê aramncê pêk bînin û pilan heye êrîşên Îsraîlê li Sûrîyê ferhetir bibin.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin