Israîl: Em ê êrîşî pêgehên Îranî li Sûryê bikin

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ragihand, tevî hebûna sîstema mûşekî S-300 li Sûryê, lê ewê êrîşên xwe li dijî bingehên Îranê li wî welatî berdewam bikin.

Benjamin Netanyahu diyar kir, ku wî ji Cîgirê Serokwezîrê Rûsya re ragihandiye, Israîl wê berdewam be li ser parastina ewlehya xwe û qet nahêle Îran û Hizbullaha Lubnanî pêgehên xwe li Sûriyê xurt bikin.

Netanyahu got jî: Min ji Rûsya re tekez kiriye, tevî ku Mosko dixwaze mûşekên S-300 radestî Hikûmeta Sûriyê bike, lê em ê êrîşên xwe li dijî pêgehên Hizbullaha Lubnanî û mîlîşyayên Îranê li Sûriyê berdewam bikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin