Îsraîl cardin gef li Sûriyê xwar

Wezîrê Enerjiyê yê Israîlê Yuval Steinitz ragihand, heger Hikûmeta Sûriyê careke din rê bide Îranê, ku ji axa Sûriyê êrîşî Israîlê bike, dibe ku Israîl Rêjîma Sûriyê bixîne û serokê wê Beşar Esed bikuje.

Wezîrê Israîlî diyar kir, ku heya niha welatê wî destwerdan di şerê Sûriyeyê de nekiriye, lê heger rêjîma Sûriyê rê li ber Îranê veke ku êrîşî Israîlê bike, wê demê wê Israîl rêjîma Esed jinav bibe.

Li gorî malpera Sputnik a Rûsî, berî niha jî artêşa Israîlê gef li Serokê Sûriyê kiribû û gotibû: Heger Îran bi riya Sûriyê nêzîkî berjewendiyên Israîlê bibe, wê Esed bixwe ji ser nexşeya cîhanê bê rakirin.

Berî niha jî, şêwirmendê Rêberê Îranê ji bo karûbarên navnetewî Elî Ekber Wîlayetî gotibû: Êrîşa Israîlê li ser bingeha T4 a serbazî li Sûriyê, ku di encamê de gelek şêwirmendên serbazî yên Îranî hatin kuştin, tawanek e û bê sizadan derbas nabe.   

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin