Îsraîl 8 milyon derziyên koronayê ji kompaniya Pfrizer dikirre  

.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand ku Îsraîlê ligel kompaniya Pfizer peymanek îmze kir ji bo kirrîna 8 milyon derziyên koronayê ku têra nêzîkî nîvê nişteciyên Îsraîlê dike.

Binyamîn Netanyahî eşkere kir ku biryar e di destpêka sala bê de dest bi dabînkirina vaksînê were kirin û mehên piştre jî were zêdekirin.

Roja duşemê 9ê Mijdara 2020an, kompaniyên Pfrizer û BioNTech ragihand ku qonaxa sêyem a ceribandina derziya li dijî vîrûsa koronayê bi awayekî serkeftî bi dawî bûye.

Her du kompaniyên BioNTech a Almanî û Pfrîzer a Amerîkî diyar kir ku vaksîna nû bi awayekî fermî di dawiya vê mehê de were tomarkirin.

Herwiha her du kompaniyan tekez kir ku vaksîna li dijî vîrûsa koronayê %90 bandora xwe îsbat kir, bêyî ti bandoreke cidî ya neyênî li silametiya nexweşan bike.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye