Îspanya, Swêd û Brîtanya di frotina çekan a bo Siûdiyan de berdewam bin

Ji banga Almanyayê ya li ser sekinandina firotina çekan bo Erebîstanê re, bersiva neyînî ji Îspanya, Swêd û Brîtanyayê hat.

Di dengdana li parlamentoya Îspanyayê ku di roja sêşemê de, bo peşniyara sekinandina firotina çekan bo Erebîstana Siûdiyê, biryara nerênî derket. 

Serokwezîrê Swêdê Stefan Lövfen jî da xuyakirin ku digel bûyera Kaşıkçıyî jî, Swêdê, biryara berdewamiya firotina çekan bo Erebîstanê wergirtiye. 

Herwiha Brîtanya û Fransayê jî sekinandin an sînordarkirina firotina çekan bo Siûdiyê red dikin.

Li aliyekî din Serokwezîra Brîtanyayê Tersa May da zanîn ku Brîtanya  ên ku navê wan di bûyera Kaşıkçı de wek tewanbar derbas dibin, dê vîzeyên wan werin betalkirin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin