Ispanya.. Hejmara mirina bi Korona bi ser 10 hezarî ket

Desthilatên Ispanyayê ragihand, di 24 demimêrên bûrî de 950 kesan bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristîyê ya Ispanyayê tekez kir, di 24 demjimêrên bûrî de zêdetir ji 8 hezara kesan bi vîrusa Korona ketine û 950 kesî canê xwe jidest dane.

Bi vî awayî, hejmara giştî ya pêketîyên bi Korona li Ispanya gihîştîye 110 hezar û 238 kesan û 10 hezar û 3 kesan jî canê xwe jidest dane.

Vîrusa Korona ku li Ewropa bi awayekî berfireh belav dibe, Îspanya li pişt Îtalya bi pêketin û mirina bi vîrusa Korona di pileya duyem de li pişt Îtalya tê, ku li Îtalya hejmara pêketîyên bi Koronayê ji gihîştîye 110,574 kesan û zêdetir ji 13 hezar kesan canê xwe jidest dane.

Ev yek di demekê de ye, vîrusa Korona li zêdetir ji 206 herêm û welatên cîhanê belav bûye û li seranserî cîhanê zêdetir ji 937 hezar kesî bi vîrusa ketine û zêdetir ji 47 hezar kesî jî canê xwe jidest dane.

 

Avrupa Haberleri

Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend