Îsmaîl: Me piştevanî bo vegerandina koçberan ji şanda Amerîkî xwast

Şandeke Amerîkî bi serokatîya Şêwirmendê Amerîkî di Hevpeymanîya Navdewletî de William Robak li Qamişlo bi Serokatîya ENKSê re dawî pêşhatên rewşa Sûrîyê û herêmên Kurdî guftûgo dike.

Navenda Nûçeyan - Endamê Şanda Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) Mihemed Îsmaîl ji K24 re ragihand, Şêwirmendê Amerîkî di Hevpeymanîya Navdewletî de Wilyem Robak û Nûnera Wezareta Derve ya Amerîka Zahra Belle civîya.

Mihemed Îsmaîl aşkere kir, di civînê de wan dawî pêşhatên rewşa Sûrîyê û devera Kurdî guftûgo kirin û wan daxwaz ji şanda Amerîkî kir, ku piştevanîyê li rêkeftina dawîya ya di navbera ENKSê û Îtîlafa Opozîsyona Sûrîyê de îmze kirine bike, ji koçberan vegerînin ser cihên xwe û herwiha.

Li gor Mihemed Îsmalî,  hewlên avakirina  bawerîyê ji bo yekrêzîya helwesta Kurdî tewereke din a wê civînê bûye.

K24

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin