İsmail Beşikci: Kürt Hâkim (Hakimê Kurd) / 18/03/2021

Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Di derbarê Faik Bucak da kitêba ku Yusuf Serhat Bucak amade kiribû, hat çapkirin. Navê kitêbê yê temam weha ye: Hakimê Kurd (Dadkerê Kurd - Qazîyê Kurd), Jîyana Faik Bucak, Weşanên Avesta 2021 Stanbul. 

Kitêba Faik Bucak (1919-1966), ji sê beşên sereke pêkhatîye. Nivîskar Serhat Bucak, di beşê yekemîn da jîyana Faik Bucak daye zanîn (r. 9-166). Di beşê diduyan da helbestên Faik Bucak ên kurdî ku peyda bûne, cî sitandine (169-187). Di vî beşî da helbesteka Osman Sabrî jî heye ku jibo Faik Bucak di 1963yan da li Şamê nivîsîbû. Wekî dî helbesteka Mela Îmaeddîn Yetiz jî heye ku ji ber şehîdbûna Faik Bucak, di 1966an da nivîsîye.

Di beşê sêyemînê kitêbê da nivîsarên zarûkên Faik Bucak ê şehîd Yusuf Serhat Bucak, Zozan Bucak, Sertaç Bucak hene ku dîtin û hestên xwe jibo bavên xwe dane xuyakirin. Di vî beşî da nivîsarekî Bayram Ayaz jî heye ku derbarê Faîk Bucak da ye, cî girtîye (r. 188-204). Di dawîya kitêbê da albumeke dewlemend jî heye (r.209-238). 

                                                    *

Serhat Bucak, dide xuyakirin ku di Eşîreta Bucak da du xetên vekirî hebûne. Xetek ya welatevînî (welatperwerî) bûye û ya dî jî hevkarê (îşbirlikçî) serdestan bûye. Temsîlkarên xeta welatevînîyê Mustafa Remzî Bucak (1912-1965), Faik Bucak û Yilmaz Guney bûne (r. 16). Van her du xetên cîyêwaz, hema hema di hemî malbatên Kurdistanî da dikaribûne werin dîtin. Bi qeneeta min ev tespît, haydarîyeke girîng e ku dikare di analizên Kurd û Kurdistanê da werin xebitandin. Di kitêbê da navê Yilmaz Guney di çend deran da dîyar bûye (r.145-146). Hatîye nirxandin ku Yilmaz Guney, şexsîyetekî ji Bucakan e.  

Dema Faik Bucak di 1954an da li Kozanê wek Hakimê Kadastroyê xebitîye, di erdek da dema jibo kifşê xebitîye, bûyerek qewimîye. Kesekî ji alîyê terefê muhatabdar, bi kurdî çîrê Faik Bucak kirîye. Faik Bucak ê Hakim, ”Te çîrê kê kir, çima çîr kir…” ji zilam pirsîye û ketîye pêşîya wî. Di wê gavê da gundîyên ku temaşe kirine, di navbera xwe da axifîne ku Hakim Kurd e!... Wer xuya bûye ku wan gundîyan nikaribûne bifikirin ku Faik Bucak ê ku ew nas dikin, nikaribûye bibe hakimekî. (r.60) Ev welê rewşek e ku ideolojiya resmî xistîye mejîyê kurdan ku kurd cahil in, nezan in, qebe ne û wd ku di kurdan da tesîrên nebaş çêkirîye.

Rewşeke weha Dr. Tarik Zîya Ekinci jî behskiribû. Jineka biemir (pîr) ji kurê xwe ra gotîye ku ew nexweş e û divê wê bibe nik dixtorek. Kurê pîrê, dîya xwe dibe muayenexaneya Tarik Zîya Beg. Dr. Tarik Zîya Beg, ji pîrê bi kurdî dipirse ”Kê derê te diêşe” Ji ber wê pirsê, pîrê dizivire ser kurê xwe û ”kurê min, min ji te ra gotibû ku min bibe nîşanê dixtorek bide. Te min anî cem kurdekî. Ew jî wek me kurdî diaxife.” dibêje.   

                                                   *

Yusuf Serhat Bucak, di kitêba xwe ya Hakimê Kurd da gelek têkilîyên kurdan yên dîroka çûyî ya nêzîk derxistîye rojevê. Di salên 1940-1941an da, Xênîyê (Mala) Xwendekarê Dicle (Dicle Talebe Yurdu), avayîyeke giring bûye (r.32). Musa Anter, gelek caran behsa Dicle Talebe Yurdu kiribû. Ji wan deman heta îro yên navên wan hatine dîyarkirin; di nav wan da navên Musa Anter,  Dr. Tarık Ziya Ekinci, Yusuf Azizoğlu, Ali Karahan,  Mustafa Remzi Bucak, Faik Bucak, Edip Altınakar hebûne.

Di kitêbê da hatîye dîyarkirin ku di 14ê temûzê 1958an da li Îraqê darbeyek çêbûye, Mele Mistefa Barzanî ji Yekîtîya Sovyetan zivirîye Kurdistanê û Îraqê û ew rewş li ser kurdan gelek tesîr kirîye. 

Derbeya Eskerîyê ku di 27ê Gulanê da li Turkîyê çêbûbû, 485 kurdên ku ji wan ra ´axa´ hatîye gotin, ew veguhestine Sêwasê, 55 kurdên surgûnîyê, hatine qalkirin. Di vê çarçoveyê da têkilîyên Kinyas Kartal – Faik Bucak bûne mijara gotinê (r. 91 -113)

                                                   *

1 Temuz 1965. Di dîroka Kurdistanê da jibo kurdan, tarîxeke giring e. Di wê tarîxê da Partîya Demokrata Kurdistana Turkîye, bi awayeke illegal (vaşartî- dizî) hatîye avakirin. Faik Bucak, wek serek hatîye qebûlkirin. Faik Bucak di nav hewildanan da ye ku partî bibe partîyeka legal. Said Elçî, Omer Turhan, Feqî Huseyîn Sagniç (ew ne damezrox e, ev şaşîyek e - Siddîq), Derwêşê Sado, Şakir Epozdemir, Şerafettin Elçî di avakirina PDKT da rol lîstine.

Di çarçoveya van têkilîyan da navên Kemal Badillî, Şemsî Aritici, Omer Çetin û Mehmet Emîn Bozarslan jî di kitêba Hakimê Kurd da derbas dibin.

Doza 49yan di vê nirxandinê da jî li hin deran hatine rojevê. Di kitêbê da dîtinên Dr. Nacî Kutlay yên di vî derbarî da jî cî sitandîye. (r.97) Behsa hewildanên Dr. Tarik Zîya Ekincî, Mehmet Alî Aslan, Behîce Boran û Mehmet Alî Aybar hatîye kirin ku xwestine Faik Bucak bibe endamê TİPê ku ew pêvajoyeke giring bûye. Ev bala mirov dikêşîne…(r. 101-122)

                                                *

4-5ê temuzê 1966. Faik Bucak digel her du kurên xwe di rîya Urfa-Siverek da, di tranbela xwe da rastê suiqestek tê. ”Birîna wî zêde giran nebû. Lê li nexweşxaneyê, ji alîyê dewletê ve bi zanîn dixtorekî îstîxbaratê (MIT) dişînin odeyê û bi derzîyek wî şehîd dikin.”(r.152-166)

                                                              *

Ez ji vê kitêba Yusuf Serhat Bucak hîn bûm ku Sekreterê Şêx Seîd Fehmîyê Bilal (1887-1967) çîrokan jî nivîsîye. Serhat Bucak di Kitêba Hakimê Kurd da, li ser haydarîyên Dr. Tarik Zîya Ekincî, ku gotîye, wî 12 çîrokên kurdî nivîsîye. Ewana xebroşkên (masal) La Fontaine yên awayê fabl (axiftinên lawiran) hatine nivîsîn, in (r. 125-129)

Dr. Tarik Zîya Ekincî dibêje ku Fehmîyê Bilal pişttî ku ji surgûna İspartayê zivirîye, vegerîyaye Licê û li wir dest bi karê arzuhalcîtîyê kirîye û çîrokên kurdî jî nivîsî ye. 

Nivîskar-lêkolîner Serhat Bucak, yek ji wan çîrokan girtîye kitêba xwe jî. Ew çîrokekî gelek balkêş e û bi kurtayî weha ye: 

”Ji rojan rojeka germ a tebaxê bû ku Roj jî li jorê banîyê bû. Zarûkekî çardeh-panzdeh salî yê gundî, li mêrgên ku li dûzayîya Ava Zapê dirêj dibû, berxên xwe diçêrand. Zarûk, dema gîha nizimayîya dirêjayîya Zapê, dareka hijîrê dît. Gulîyeka dara hijîrê, bi awayeke ku li orta avê dirêj bûbû. Li qorzîyê wê gulîyê hijîrekî hingivî hebû. Xortê zarûk, xwest ku wê hijîra hingivî ya qelaştî bixwe ku îşteha mirovî diçû pê. Ew çû dîyarê darê û ber bi wê gulîyê ve dirêj bû. Ji nîşka ve pîyên wî şemitîn. Di valayîya gulîyê da hejandî asê ma. Êdî ew bi pîyên xwe nikaribû li ser darê bimîne. Tehlukeya şikandina gulîyê hatibû radeya bilind ku ketina wî û gêrbûna wî ber bi herikandina ava Zapê ve biçe û hey biçe û wenda bibe, gîhabû tîtalekê. Jibo ku ew ji wê xeterê rizgar bibe, heta ku jê hat bi dengekî bilind qêrîya: ” Tu kes nîne, ez dimirim, min xilas bikin!..”

Di wê wextê da melayek ku cubeyeke reş lêbû, di serê wî da jî şaşikek hebû û di destê wî da jî kitêbeka qabreş hebû. Melê, wê dengê feryadê bihîst û ber bi dara hijîrê ve meşîya. Lê wî zehmetîyê dît ku rewşa kurikê li ser darê asê maye fam bike. Melê, bê ku alîkarîya rizgarkirina kurik bike, ew ket nava fikaran da ku ew kesê li ser gulîya darê eliqandî asê maye û li ber xetera ketinê û mirinê ye, fikirî û hema kitêba destê xwe vekir û lê nêrî. Melê dixwest fam bike ku yê bi gulîya darê ve eliqandî ye, însên e yan jî bi gotina melê ew xudayî ye yan jî şeytanî ye. Melê, piştî ku kitêba xwe ya qabreş vekir û beşê Ecinnîyan nêrî û gîha qeneetek ku ew bûyer tişteke xudayî nîne, lê tişteke şeytanî ye, bi wê qeneetê kurikê ku îmdada alîkarîyê dixwest, di halê wî da hişt û rêçûna xwe domand û ji wir dûr ket.

Nivîskar, jibo vê hîkayeyê, nirxandineke weha kirîye: ”Fehmîyê Bîlal, bi vê hîkayeya ku nivîsîye, xwestîye bide zanîn ku li herêma kurdan, fanatizma oldarîyê / dîndarîyê ku serdest e, hew qas hişk e ku jîyana mirovî dikare bixe nav xeterê û zilamên dînî yên yobaz roleke neyînî leyîstine û bûne sedem ku civata kurdî başdamayî bimîne.”

(r. 126-127) https://www.nerinaazad.cc/tr/columnists/ismail-besikci/kurt-hakim