Îshaq Tepeyê bavê rojnameger Ferhat Tepeyê ku bi “kuştineke kujernediyar” hatibû kuştin koça dawî kir.
Îshaq Tepe sala 1941ê li gundê Meydana Modkan ê Bedlîsê ji dayîk bûye.
Yek ji navên naskirî yên siyaseta Kurdan û têkoşîna çandî ya Kurdan bû.
Ji salên 1960î ve bi awayekî çalak di qada siyasetê de cih girt û di xeteke ku ji birêvebiriya herêmî heta siyaseta neteweyî dirêj dibû de peywirên cuda pêk anîn.
Tepeyê ku sala 1984an wekî endamê Meclisa Şaredariya Bedlîsê hat hilbijartin, bi salan alîkariya serokê şaredariyê kir.
Sala 1992yan bû Serokê Rêxistina DEPê yê Bedlîsê û bû yek ji nûnerên pêşeng ên siyaseta Kurd.
Piştî girtina DEPê, di HADEPê de wekî Berpirsê Giştî yê Darayî peywir wergirt û kar û barên darayî-îdarî yên partiyê bi rê ve birin.
32 sal bûn ku li kurê xwe digeriya
Di jiyana Îshaq Tepe de xala herî mezin a werçerxanê revandin û kuştina kurê wî Ferhat Tepe ya sala 1993yan a li Bedlîsê bû.
Ji wê rojê ve 32 sal bûn ku li edaletê digeriya.
Malbatê doza Ferhat Tepe biribû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Tirkiye mehkûm kiribû.
Bi vê yekê re, pirsgirêka “kuştinên kujernediyar” xistibû rojeva navneteweyî.
Vê pêvajoyê, malbata Tepe kiribû yek ji navên sembol ên hem têkoşîna mafên mirovan û hem jî lêgerîna edaletê ya gelê Kurd.
Divê were gotin, salên 90î li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran Kurd ji aliyê saziyên wekî JÎTEMê ve hatin kuştin û heta îro jî kujer nehatine girtin û darizandin.
Lewra jî di raya giştî de bi rengê “kuştinên kujernediyar” tên zanîn ku Ferhat Tepe jî yek ji qurbanên wan kuştinan bû.
Ji siyasetê heta bi xebatên çandî
Îshaq Tepe sala 2003yan ji siyaseta çalak vekişiya û pişt re berê xwe da çalakiyên civaka sivîl û çandî.
Sala 2011an wekî endamê desteya damezirîner û berpirsê darayî yê Weqfa Beşîkçî peywir wergirt.
Nivîskar û kedkarê çandê
Tepe ji bo parastina ziman û çanda Kurdî jî xebatên girîng kirin.
Sê pirtûkên wî yên ku vegotinên gelêrî û nirxên çandî berhev kirine hene: "Guldeste" (2004), "Apê Kal: Guldesteyek ji Zargotina Kurdî" (2002) û "Mişk û Kêzik: Dabaşa bi Cîhana Tebayan re" (2002).
Ev berhem, kevneşopiya devkî ya Kurdan vediguhezînin çanda nivîskî û hem ji bo mezinan û hem jî ji bo zarokan wekî çavkaniyên hêja tên dîtin.