Îroj ji sedî sed PAK kurdî bû

Enwer Karahan

Ya me ji wê dipa ev bû, sihet xweş…

Ez îroj beşdarî Komxebata kongreya PAKê bûm. Ji despêka derbasbûna hundirê Otêla Lîlûzê de birêkûpêkiya cidiyeta civînê xwe dida nîşandan. Kontroleke baş û bêyî mirovî aciz bike, pêşwaziyeke rûgeş û cilên kurdî, alaya Kurdistanê radipelikî rûyê merivî. Li beriya salona civînê milet ketibûn dorê, min meraq kir bê çi dor e? Dora wergirtina kartên ”Mêvan” û ”Nûner”an bû. Min ne xwe nûner û ne jî mêvan hesiband û yek jî ji wan hilnebijart. Wazîferadî ji min pirsî bê ez çi me, min jî got, ”Ez ne tiştek im” û bi min re mizicî. Belkî jî li ba xwe got, ji xwe tîpa te ne ya mirovên normal e, lê ciwanmêrî asê nekir û ez derbas kirim. Helbet gelek kesên wazîfedar ez nas dikirim, loma deng nekir, yanî min jî piçekî anarşîstî kir û wan jî xweş dît.

Salona kongreyê bi reng û motîfên kurdî xemilî bû. Tiştekî ku mirov aciz bike, sloganên zêde û tîtirmok-mîtirmok tune bûn. Salon mişt bû. Eleqeyeke baş hebû. Herkes ji dil bû, nizanim belkî jî bi min weha dihat; ji ber ku demek dirêj e naçim civînên weha.

Vekirina civînê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê û marşa Ey Raqîb dest pê kir. Mala xwedê ava be ku vê carê hemû marşa Ey Raqîb nehat xwendin. Min bi caran ev rexne kiriye û nîhayet dengê me çû PAKiyan. Du qita bes e!

Ya herî girîg zimanê civînê xerû bi kurdî bû. Qet tirkî tune bû. Ne di rêvebiriya dîwanê de û ne jî di axaftinên beşdaran de herfek jî bi tirkî tune bû. Qxx xweş.

A ev e, ya ku bi salan e em dikin haho û gazî. Mû bi zimanê me ve hat, lê me bi partiyên kurdan neda fêmkirin ku divê nuxteya me ya destpêkê bi kurdî be û ya dawî jî dîsa bi kurdî be. Mala Xwedayî hezar carî ava be, kurmancî, zazakî û soranî hebû, lê tirkî tune bû.

PAKê bi vê helwesta xwe tiştekî nuh kir û hêviya min ew e ku ev ji bo hemû pertiyên kurdîstanî bibe nimûneyekê, bibe ciyê hesûdiyê, bibe reqabetekê. Bawer bikin ku ji tirkan, ji ereban û farisan re lazim be, ew ê pereyan lê bide û ji xwe re wergrîne zimanê xwe.

Atmosfere civînê gelekî baş bû. Axaftina serokê PAKê Mistefa Ozçelîkî wek manîfestoya dema pêş ya ji bo xebata PAKê bû. Têra xwe têr, tije û ya herî girîng jî zelal bû. Bêçiv û dûv bû. Mimkun e ew dû re vê axaftinê belav bikin û hûn bixwnin, lê ji bo herçar perçeyan jî mesaja wî ew bû ku kurd yekrêzî û hevkariyê bi hev re bikin û li deskeftiyên perçeyên din xwedî derkevin. Ji bo PKKyê jî pir bi eşkereyî bangên wî hebûn û herweha ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî. Bi kinayî, axaftineke baş bû.

Axaftin ne zêde û ne jî dirêj bûn. Ev jî tiştekî pozîtîv bû. Tiştekî din ku bala min kişand, têra xwe xort, keç û jin hebûn; heta zarok jî hebûn. Ahmed Kurdî rengekî xweş da civînê. Teva wî temanê xwe (90 salî) bi enerjiya xortekî 14 salî bû. Û helbet Sebehedîn Xoce bi deng û ûda xwe bîhna me firah kir.

Bi kurt û kurmancî, îroj ji Komxebata kongreya PAKê ez bi kêfxweş vegeriyam malê û vê gavê bi hevaltiya qedehek şetaba sor re dawiyê li nivîsa xwe tînim.

Sipas ji bo vê helwesta te PAK...

07-05-2017

Diyarbekir

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da