Îro salvegera rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê ye

.

Îro 11.03.2021, salvegera rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê ye, ku şoreşa Îlonê ya mezin armancên xwe bidest anîbûn.

Roja 11.03.1961ê Rêberê Tevgera Rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê Mistefa Barzanî, şoreşî Îlonê ya gelê Kurdistanê, li dijî rejîma Iraqê û ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê da destpê kirin.

Armanca Şoreşa Îlonê ya mezin bidest xistina otonomî bû bo Kurdistanê. Piştî 9 salan xebata şoreşgerî ya seranserê başûrê Kurdistanê, hikûmeta wê demê ya Iraqê naçar mabû ku mafên gelê Kurdistanê nas bike û xweserî û otonomiya başûr Kurdistanê bi rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê 1970ê ya di navbera rêberê şoreşê Mistefa Barzanî û rejîma Iraqê de hate îmza kirin.

Ew rêkeftin wek rêkeftinekî dîrokî ya gelê Kurdistanê tê zanîn, ji ber bi wê rêkeftinê ve gelê Kurdistanê gelek destkevtên siyasî û aborî bidest xist.

4 sal piştî rêkeftinê hikûmeta Iraqê gav bi gav binpê kirin di rêkeftinê de pêkanîn û li gel rêkeftina Cezayîrê ya 16.03.1975ê ve dawî bi rêkeftinê hat.


 

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir