Îro salvegera Raperîna Zaxo, Pirdê, Cebare û Kuleco ye

.


Beriya niha 30 salî, Raperîna Zaxo, Pirdê, Cebare û Kuleco yên sala 1991ê destpê kir û ew der hatin rizgarkirin.

Welatiyên qeza Zaxo û derdora wê, herwiha nahiyeyên Pirdê, Cebare û Kuleco, di berdewama Raperîna gelê Kurd a sala 1991ê ku 30 sal berî niha, li Başûrê Kurdistanê ya li dijî rejîma hilweşyayî ya Beisê, serî hildan û hemû navçe ji desthilata Beis paqij kirin û azad kirin.

Di roja 13ê Adarê 1991ê de, gelê Zaxo û derdora wê serî hildan û bi coşa girseyî ya gel ve, nav bajarê Zaxo û wargeha Hîzawe û Dêrkar Ecem hatin azadkirin û Raperîn gihîşt deşta Silêvan û Çiyayê Bêxêr û ew dever jî hatin azadkirin.

Pişt re jî, navçeya Rexê Soraş ji desthilata Beis hat paqijkirin. Herwiha li sînorê Kerkûkê jî bajarokê Pirdê hat azadkirin û li Germiyanê jî nahiyeyên Cebare û Kuleco hatin azadkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye