Îro PDK li gel partî û aliyên tirkmen dicive  

.

Şandeya PDKê di çarçoveya hevdîtinên li gel partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê de îro jî li gel pêkhateyên Kurdistanê dê bicive.

Îro 19.01.2021ê şandeya PDKê li gel partî û aliyên tirkmenan dê bicive û destpêkê demjimêr 10:00ê li gel Partiya Çaksaziya Tirkmen û çend partiyên din bicive. Piştre dê serdana Eniya Tirkmen bike û piştî civîna li gel Eniya Tirkmen demjimêr 14:00ê jî dê serdana Partiya Geşepêdana Tirkmen bike.

Ev zincîre civînên PDKê li gel aliyên siyasî û pêkhateyan berdewam dibe û biryare jî li gel pêkhateya Xirîstiyan û Mesîhiyan jî bicive.

Civîn bo guftûgo kirina li ser yekrêziya nav mala kurd û çareseriya pirsgirêkên li gel Bexda ya di çarçoveya destûrê de ne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye