Îro çend zarokên DAIŞê bo welatê wan tên radestkirin

.

 Rêveberiya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihandiye ku îro hejmareke din ya endamên malbatên çekdarên DAIŞê radestî aliyên fermî yê Holandayê tê kirin.

Li gor zanyariyan, îro wê Holland 5 zarokên sêwî yê DAIŞê  wergire. Biryar e ev prose demjimêr 11 li ofîsa peywendiyên derve ya Rêveberiya Xweser bê kirin.

Heya niha rayedarên Hollandî ti zanyarî li ser nav û temenê wan zarokan nedaye tevî ku ev ne cara yekemîn e ku welatiyên xwe werdigire. Di sala 2019ê de, Holenda 2 zarokên din yê sêwî wergirtin. Heya niha welatên Rûsya, Fransa, Qazaxistan, Sûdan, Kosovo, Swêd, Amerîka çend welatiyên xwe birine. 

Li gor amarên Rêveberiya Xweser, nêzîkî 6 hezar çekdarên DAIŞ girtî ne, hezar ji wan ji nasnameyên biyanî ne, ji 50 welatên Ewropî û Asyayî ne, heya niha welatên wan razî nebûne wan çekdaran werbigirin.

Li gor amarên rêkxisitnên xwecihî, nêzîkî 24 hezar zarokên DAIŞê li kampa Holê dijîn û ji 60 welatên biyanî ne.

Kurdistan Haberleri

CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir
Nêçîrvan Barzanî sibê seredana Bexdayê dike
Li Îranê pêla girtin û îdamkirina Suniyan: Kurd û Belûç di hedefê de ne
Çîrokên 3 ciwanên Urmiyeyî yên ku Îranê ew îdam kirine
Supaya Pasdaran bangî Trump kir: Hilbijartinekê bike