Îro Cejna Qurbanê ya kurdên êzdî ye

.

 Îro 17.07.2021ê Cejna Qurbanê ya kurdên êzdî ye û bi merasîmên taybet dê pîroz bikin.

Kesayeta olî ya kurdên êzdî Xwace Xetarî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kurdên êzdî li Cejna Qurbanê de ku wek cejna Hacîyan jî pênase dikin, her maleke êzdî li gor hêza xwe qurbanekî dide.’’

Xwace Xetarî got: ‘’Rojekî berî Cejna Qurbanê kurdên êzdî li çiyayê Erefat sema dikin û bi merasîma taybet pêşwazî li cejnê dikin.

Kurdên êzdî heşt cejnên wan hene, ku waha ne: Cejna Serê Salê, Cejna Rojî, Cejna Bêlnidê, Cejna Xidir Elyas, Cejna Qurbanê, Cejna Çileya Hawînê, Cejna Çileya Zivistanê û Cema ye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye