Îro bi destê Pêşmerge salvegera azad kirina Şingalê ye

Qaymeqamê qeza Şingalê dîyar kir, wek îro 13.11.2015ê Pêşmergeyên Kurdistanê bi serpereştîya rasterast a birêz Serok Barzanî ve Şingal ji dest terorîstên DAIŞê rizgar kirin.

Navenda Nûçeyan- Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragihand, Şingal bi du qonaxan hate rizgar kirin ji dest terorîstên DAIŞê, qonaxa yekem de nahya Sinûnê li gel çîyayê Şingalê hate rizgar kirin, di qonaxa duyem de jî wek îro 13.11.2015ê Şingal ji dest terorîstên DAIŞê bi serpereştîya birêz Serok Barzanî ve hate azad kirin. Pêşmergeyên Kurdistanê çûn nav Şingalê û alaya pîroz a Kurdistanê li Şingalê hate bilind kirin û wê roja dîrokî de hêvîyek mezin bo xelkê Şingalê avabû ku bizivirin ser mal û halên xwe, lê 16ê cotmeha 2017ê nehêla Şingal bê avadanî kirin û xelk wegere û naha jî Şingal ber bi pêşerojekî ne dîyar ve diçe.’’

Herwiha got: ‘’Xelkê Şingalê li bendê bû Şingal bê avadanî kirin û xelk wegere cîhê xwe û dest bi qerebû kirina zereran bê kirin. Herwaha dadgeh rola xwe bilîze bo ceza kirina wan kesên destê wan tewana Şingalê de hebûn û bên alîkar û piştevanîya terorîstên DAIŞê kirine û hemû bên ceza kirin. Lê ev hemû jî bo Şingalê nehatîye kirin, hîn gorên komî nehatine vekirin û xelkê Şingalê hîn nevegeryaye ser malên xwe û Şingal jî nehatîye avadanî kirin.’’

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da