Îro 47.mîn salvegera bombebarana Qeladizê ye

.

 Îro 24.04.2021, salvegera bombebarana bajarê Qeladizê ye ku bi mûşek û çekên fosfor hatibû bombebaran kirin. .

Pîştî bi dawî buna rêkeftina 11 adara 1970ê ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve, şoreşa gelê Kurdistanê, ku Mela Mistefa Barzanî serokatiya wê dikir, biryara zankoya Silêmaniyê veguhezin bajarê Qeladzê ya li ser sînorê Kurdistana başûr û rojhilat hatibu dayîn.

Roja 24ê Nîsana 1974ê balefirên şer û artêşa rejîma Beis a Iraqê, bi çekên fosfor û bombeyên napalmê, mamoste, xwandevanên zankoyê, gel û Pêşmerge li Qeladizê bombebarin kirin û di encamê de 163 mamoste, xwandevan, hemwelatî û Pêşmerge şehîd ketin û zêdetir ji 250 kesî jî birîndar bûn.

Piştî raperîna gelê Kurdistanê li bihara 1991ê û damezrandina parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê, parlamentoyê biryar da roja 24ê Nîsanê wek roja şehîdên zankoyê bê pênasekirin û her sal ew şehîdên Qeladizê bên bibîranîn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye