Iraqê termê 55 serbazan Îranê radest kir

.

Hikûmeta Iraqê termê 55 serbazan Îranê yên di şerê di navbera herdu welatan de miribûn û termê wan li nava xaka Iraqê bûn radestî Îranê kir.

Berpirsê Deriyê Sînorê yê di navbera Iraqê û Îranê de Kazim Yasrî ji medyaya Iraqê re aşkere kir bi awayekî fermî wan termê 55 serbazên Îranê radestî hikûmeta Îranê kirine.

Herwiha Kazim Yasrî da zanîn wan berê jî termên sebazên şerê navbera Îranê radest kiribûn.

Îranê di  navbera salên 1980-1988yî de şer kiribûn û ji ber wî şerî milyonek însan mirin û bi milyonan însan birîndar bû penaber bûn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye