Iraqê daxwaz ji Tirkiyê kir rêz li serweriya wî welatî re bigre

.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê daxwaz ji Tirkiyê kir, rêz li serweriya Iraqê bigre û tekez kir jî ew nahêlin axa Iraqê ji bo ti êrîşên terorîstî yên li dijî welatên cîran bê bikaranîn.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Iraqê rêzê li serweriya welatên cîran digire û divê ew jî rêzê li serweriya Iraqê bigirin

Yehya Resûl tekezî li ser wê yekê jî kir, hêzên Pêşmerge beşek ji sîstema berevaniya niştimanî ya Iraqê ne û qurbanî dane û ligel şer ji bo rizgarkirina Iraqê kirine.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û got, divê Tirkiye rêzê li serweriya xak, av û asmanê Iraqê bigire.

Herwiha diyar kir, Tirkiyê bi riya firoke û topxaneyê binpêkirin kirine, hikûmeta Iraqê kar li ser wê pirsê dike û naxweze xaka Iraqê ji bo ti êrîşên terorîstî yên li dijî welatên cîran bê bikaranîn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin