“Iraqê 100 milyar dolar bo kirrîna çekan xerc kirîye lê çek ne dîyar in!”

Endamekî parlementoya Iraqê dibêje, Iraqê zêdetirî 100 milyar dolar bo kirrîna çekan xerc kirîye lê Iraqê ti çekek nîne!

Navenda Nûçeyan- Parlementerekî şîe yê Iraqê bi navê Fazil Fetlawî di daxuyanîyekê de ragihandîye, li gorî biryara parlementoya Iraqê hikûmeta Iraqê divê tevahîya hêzên bîyanî ji Iraqê derxîne.

Fazil Fetlawî her wiha gotîye, hêzên bîyanî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê û bo şerê DAIŞê derbasî Iraqê bûne lê niha şerê DAIŞê xilas bûye û divê ew hêz li Iraqê derkevin.

Wî parlementerê Iraqî behsa kirrîna çekan jî kirîye û gotîye, heta niha Iraqê zêdetirî 100 milyar dolar bo kirrîna çekan xerc kirîye lê ti çekekî wê jî nîne! Ji ber ku ew dirav ji alîyê berpirsan ve hatîye dizîn û talankirin.

Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike